Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Demîrtaş ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê hate pêşniyarkirin

Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2019’an hate pêşniyarkirin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji bo namzetiya Xelata Aştiyê ya Nobelê hate pêşniyarkirin. Der barê mijarê de weşangerê pirtûka Seher a Selahattîn Demîrtaş, Emîr Alî Türkmen bi Gazete Duvarê re axivî û da zanîn ku parlamenterê Partiya Demokratên Sosyal a Swêdê Thomas Hammarberg, Demîrtaş ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê weke namzet peşniyar kiriye.

Nameya ku Hammarberg Demîrtaş ji bo xelatê pêşniyar kirî wiha ye:

“Selahattîn Demîrtaş di nava 12 salên dawî de, hema hema di hemû hewldanên ji bo mijarên aştiya di navbera kurd û tirkan de, di parastina mafên pêkhateyan, mafên jinan, mafên LGBTÎ’yan û di destekkirina demokrasiyê de roleke jiyanî lîst. Weke siyasetmedarekî pêşeng ê kurd, jiyana xwe fedayî vê têkoşînê kir.

Li welatekî ku Otorîterîzm, şerê mezheban û sîstemeke ku di hêla edaletê de bi pirsgirêk û li welatekî ku azadiya îfadeyê û mafên mirovan lê nîne, ji bo ku gelên Tirkiyeyê di nava aştiyê de bijîn, ji bo avakirina civakeke ku di hêla dîroka çand û polîtîk de ketina nava hev, her tim bi israr bû.

Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane bên çareserkirin, di xebatên xwe de bi wêrek û bi israr bû. Ji bo ku şerê li dijî kurdan ê li Tirkiye û Sûriyeyê bi dawî bibe, xebitî. Her çiqas di girtîgehê de be jî, bi bîra me dixe ku têkoşîna aştiyê ya di van rojên zehmet de, ji ya her demê bêhtir girîng e. Bi van sedeman, ez Selahattîn Demîrtaş ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2019’an bi rêzdarî pêşniyar dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar