Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Demîrtaş ji dayika meletiyî re kart şand

Li navçeya Erebgirê ya Meletiyê dayika 85 salî Zeynep ji HDP’iyên ji bo hilbijartinê dixebitin re gotibû: “Tenê kurek min heye. Ew jî Demîrtaş e. Wî ji girtîgehê derxînin.” Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîgehê kartek ji dayika Zeynep re şand

Di 19’ê adarê de li Taxa Onar a navçeya Erebgir a Meletiyê, dayika 85 salî Zeynep ji xebatkarên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê dixebitin re gotibû: “Tenê kurek min heye. Ew jî Demîrtaş e. Wî ji girtîgehê derxînin. Wekî din tu daxwazek min tune ye.” Selahattîn Demîrtaş jî ji Girtîgeha Edîrneyê kartek ji dayika Zeynep re şand.

Demîrtaş bi rêya Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel kart ji dayika Zeynep re şand û di kartê de got: “Dayika min a hêja; silavên te hatin. Pir kêfxweş bûm. Bila dilê te rihet be, ez pir baş im. Çimkî em dilê bi milyonan kesî ne. Destê te radimûsim. Xwedê rojên dûr ûd irêj bike para te. Kurê te Selahattîn Demîrtaş.”

Dayika Zeynep, piştî karta Demîrtaş jê re şand xwend, rabû ser xwe kart maçî kir. Her wiha Demîrtaş şalek jî di dayika Zeynep re şand. Dayika Zeynep piştî kartê ji bo Demîrtaş got: “Kurê min, pir ji te hez dikim. Sed dayik kurê wek te bînin dinê. Tu xweşikî, taxa serê me yî, nûra çavê min î. Min karta te girt, pir kêfxweş bûm. Wek min te dîtibe. Min diyariyên te jî girt. Ne ji diyariyan, ji bendika dil ji te hez dikim. Zarokên min tune ne, ne dayik im lê ji ciwanan pir hez dikim. Canê min bi qurbana rêya we be. Ji tu kesî natirsim.” MELETÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar