Selahattîn Demîrtaş di danişîna xwe de da zanîn ku di roja ku wî gotinên; ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin’ dikir, di destê Erdogan de du nameyên ku Ocalan şandin hebûn. Demîrtaş bertek nîşanî gotinên Erdogan ku di got; ‘Kurdistan nîne û ji vir bicehimin’ da û bi lêv kir ku Kurdistan navê erdnîgariyekê ye û rastiyek e
Danişîna doza hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam e. Di danişînê de Demîrtaş têkildarî sûcdariyên têkildarî gotinên wî ên; ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin’ parastin kir. Demîrtaş da zanîn ku dema ku wî ew gotin kirin, du nameyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandin di destê serokê giştî yê AKP’ê Erdogan de bûn.
Selahattîn Demîrtaş di parastina xwe de bertek nîşanî gotinên serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ku rewşa dewleta tirk a niha rexne dikir, dan. Demîrtaş diyar kir ku yekem berpirsyarê rewşa niha dewleta tirk tê de, Davutoglu ye. Demîrtaş wiha domand: “Dema em hatin girtin îmzeya Davutoglu di bin biryarnameya girtina me de heye. Davutoglu îmzeya wî din bin gelek guhertin û geşedanan de heye. Tirkiyeyê li Sûriyeyê xist çiravê û îro jî derketiye li gorî xwe tespîtek muhteşem kiriye. Yê ku van gotinan dike, di dîroka me de kesê herî zêde îmzeya wî li bin bêhiqûqiyan e.”
Êrîşên li dijî muxalefetê
Demîrtaş destnîşan kir ku serokkomar û hikûmet piştî serkeftina HDP’ê êrîşên xwe yên li dijî muxalefetê zêdetir kirine û wiha pê de çû: “Kesên êrîşî serokê muxalefetê dikin û dixwazin wî bikujin, bi şertê kontrola edlî tên berdan. Çima? Bi vê yekê re dibêjin bila muxalefet hedê xwe bizane û hêza xwe nîşanî muxalefetê didin. Dixwazin civakê bitirsînin. Baş e bi ser dikevin? Di hilbijartina dawî de her tişt derket holê. Sedemê girtina min jî ev bû. Sedemê girtina Fîgen Yuksekdag û hemû wekîlên me ev bû. Dixwestin hêza me ya di hilbijartinê de bişikînin. Lê ne partiya me û ne jî gelê me serê xwe netewandin. Di sindoqan de gelê me derseke baş da wan.”
Nîşandana vîdeoyan
Di berdewamê de jî Demîrtaş got ku rewşa dewleta tirk a niha baş nîne. Demîrtaş piştre jî bal kişand ser Erdogan ku dîmenên wî di qadên mîtîngê de nîşanî gel dida û wiha derbirî: “Meydan bi meydan digeriya û li dijî me çavsorî dikir, gef dixwarin. Vîdeoyên me ku me di got; ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin’ nîşanî gel dida. Tevî ku der barê vê mijarê de min hîn parastina xwe ya li daadgehê nekiriye, vîdeoyan nîşanî gel didin. Ji ber ku dora vê vîdeoyê nehatiye, ez ê niha qala wê nekim. Ev vîdeo di dehan mîtîngan de bi hilbijêran da temaşekirin. Hin şaredariyên AKP’î mînak li Şaredariya Uskudarê li kêleka rê ekranek mezin dan avakirin û 24 saetan ev vîdeo bi gel didan temaşkirin. Bêyî ku hêj dîmenên me bên darizandin xwest têgihiştina mehkumiyetê biafirîne. Bi vî awayî zextan li ser darazê dike.”
Serpêhatiya gotina ‘Em ê peykerê Ocala biçikînin’
Di parastina xwe de Demîrtaş bal kişand ser mijareke girîng û ev agahî dan: “Ger ez hûrgiliyên wê rojê parve bikim hûn ê mat bibin. Di wê roja ku min di got; ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin’ de, du nameyên ku Ocalan nivîsandibûn di destê Erdogan de bûn. Nameyên ku pêvajoya çareseriyê dan destpêkirin bûn. Jixwe piştî demek kin jî pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Dema min ev axaftin dikir, bi hinceta ku posterê Ocalan rakirine 15-20 ciwan rastî lêdana polîsan dihatin. Haya min hem ji nameyê û hem jî ji bersiva Erdogan heye. Li Enqereyê dihat gotin ku aştî gelek nêz bûye û dê peykerên kesên ku aştiyê pêk tînin bên çikandin. Di esasê xwe de patenta wê gotinê aîdê min nîne. Ez naxwazim navê wî bibêjim lê rayedarekî ev gotin kir. Min jî bi awayekî sembolîk got ku ‘dê di demekî nêz de aştî pêk bê û peykerê Ocalan bê çikandin.’”
‘Min ji rewşa ku Erdogan ketiyê şerm kir’
Demîrtaş bi lêv kir ku wê demê Erdogan dengê xwe nekir lê 7 sal piştre mîtîng bi mîtîng wan dîmenan parve dike. Demîrtaş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê yekê re xwe biçûk dixîne. Ji halê ku ketiyê min jî şerm kir. Divê serokkomarê welatekî xwe ewqas biçûk nexîne. Ew jî dizane bê ka min çima ew axaftin kiriye. Wezîrên wê demê jî dizanin. Ger dema ku vîdeo nîşan dida bigota; ‘di wê rojê de di destê min de jî 2 nameyên Ocalan hebûn û 2 meh piştre me dest bi hevdîtinên fermî kirin’, min ê hinek micid bidîta. Lê ev tişt bi temamî komplo ye. Dixwaze xefikê deyne. Yê ku destê xwe dide van, milê wî tê birîn. Hevrêyên wî yên herî nêz jî di vê rewşê de ne.”
Kurdistan rastiyek e
Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş got ku Erdogan dixwaze bi ser Sezaî Temellî û Pervîn Buldan re jî meseleyê mezin bike û provokasyonan bike. Demîrtaş got ku Kurdistan navê erdnîgariyekê ye û rastiyek e. Demîrtaş bi lêv kir ku dê tu kes ji welatê xwe neçe û hedê tu kesî nîne ji kesekî re bibêje ‘ji vir bicehimin’.
Piştî navberekê danişîna Demîrtaş dewam kir. ENQERE