Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Demografiya bajêr bi komkujiyan guherî hate guhertin’

Serokê giştî yê berê ê PSAKD Ganî Kaplan anî ziman ku, ji Partiya Çepên Kesk li Sêwasê bûna namzetê parlamenteriyê, ji bo wî gelekî girîng û bi wate ye.

Partiya Çepên Kesk li Sêwasê xwedî potansiyeleke xurt a alternatîf e. Ji namzetên vê partiyê yê li Sêwasê Ganî Kaplan diyar kir ku dengekî bi tenê jî li vê herêmê ji bo wan gelekî girîng e.

Kaplan sala 1962’an li Yildizelî ya Sêwasê ji dayik bû. Sê serdeman serokatî ji Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal re kir. 30 sal in bi rengekî çalak di nava saziyên elewiyan de kar dike. Kaplan ji ANF’ê re axivî û got, “Ji bo min gelekî bi wate û hêja ye ku ji Sêwasê bûme namzet. Ez dixwazim temsîla mirovên me bikim.”

Ganî Kaplan diyar kir ku Sêwas di dîrokê de timî ji bo elewiyan bûye bajarekî girîng û sembolîk û bal kişand ser guhertina demografîk a bajêr. Kaplan got, “Nifûsa Sêwasê guherî. Bi salan ev yek pêk hat. Ev pêvajo bi komkujiya sala 1978’an destpê kir. Piştî Komkujiya Madimakê mirovan nexwestin li bajêr bimînin. Koç kirin. Demografiya bajêr bi komkujiyan guherî, hate guhertin.”

‘Em ji bo vegera şêniyên bajer bi hêvîne’

Kaplan ragihand ku girseya koçkirî di salên dawî de dest bi vegerê kiriye û destnîşan kir ku vegera mirovan li bajarê ku gelekî êş lê kişand, gelekî bi wate ye. Kaplan got, “Beşeke mezin a elewiyên kurd bi salan e li vî bajarî nîne, elewiyên tirk jî ji bajêr diçûn. Di demeke nêz de dest bi vegerê kirin. Ez vê vegerê gelekî bi wate dibînim. Hêviyê dide mirovan. Destpêkê mirovên ku li bajarên mezin xebitîn û teqawît bûn hatin, piştre jî li Sêwasê bi cih bûn. Bi hesreta xaka xwe ne. Bi demê re veger wê zêde bibe. Her ku Sêwas bibe bajarekî geşbûyî mirov wê vegerin, bi vê hêviyê me.”

‘Dengekî bi tenê jî gelekî mezin û girîng e’

Ganî Kaplan li ser çavdêriya xwe ya li herêmê got, “Anatolî, bi taybetî jî Anatoliya Navîn xwedî taybetmendiyeke xweser e. Bi dîtina min li vir karekî têrker nehate kirin. Sosyalîstan bi têrkerî li herêmê kar nekirin û nebûn hêz. Rêxistinên heyî jî lawaz in. Li Sêwasê Platforma Demokrasiyê karekî hêja meşand, lê belê li tevahiya herêmê di asteke bilind de kar nehate kirin. Di dema karên bîranîna Komkujiya Madimakê de li Sêwasê li gundan geriyam. Ji bo Çorûm û Yozgatê çavdêriyên min bi heman rengî ye, mirovên me bi têrkerî nayên temsîlkirin û nikarin alternatîfê peyda bikin. Ji bo li vê herêmê bibin hêzek, bi rêya Partiya Çepên Kesk bibe alternatîf, dengekî bi tenê jî gelekî mezin û girîng e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar