Ji bo ku mirov dewleta tirk nas bike, divê pêşî van herdu têginan; demokrasî û hilbijartin baş were nas kirin.
Demokrasî; peyvek yewnanî ye û wateya wê, rêveberiya gel a xwe bi xwe ye(demo=gel, krasî=rêveberî).
Hilbijartin jî; ji bo ev rêveberi were destnîşankirin û pergalê bi rê ve bibe tê pêkanîn.
Bêguman ji bo ku ev her du têgîn û gelek têgînên din bikeve fermiyetê û meriyetê, her wiha ji bo ji aliyê gel ve were pejirandin/qebûlkirin û bibe çandek civakî, bi sedan û hezaran sal derbas bûyî.
Lewma ji bo gel û bi giştî civak, di nava jiyanek hevpar a aram û azad de bijîn, bi taybetî ev herdu têgîn girîng in û stûnên bingehîn in. Lê zihniyeta dewleta tirk ji van rûmetan bêpar e.
Di dîrokê de, bi derketina çînên serdest û bindest re, di hilbijartinan de jî sixtekarî û zordarî jî roj bi roj zêdetir bûn.
Em werin vê dema me ya hêyî, her bi çi awayî be dema ku desthilatiya rêveberiya dewletê an civakê ket destê partî, kom an kesên çîna serdest, êdî hema hema ti rastî û duristî di hilbijartinan de jî namîne, yekser zordarî dikeve meriyetê û rojevê.
Hema yekser em derbasî rêveberiya AKP-MHPê ya li Tirkiyeyê bibin, em ê vê pêvajoyê zelaltir nas bikin.
Di hilbjartinên despêkê de, her çendîn bi gotinên rastî û derewîn ên tevlihev gel xapandibin û desthilatî bi des xistibin jî, her ku çendîn di nava salan de bi pêşve çûn û hêza desthilatiya xwe qayimtir/xurtir kirin, êdî hewcedarî bi gotinên mexduriyetê û rastiyê jî nabînin, hema yekser bi gef û hêrsan, bikaranîna şêwazên zordariyê rêveberiya xwe didin meşandin.
Êdî, ji berjewendiyên partiyên xwe jî pirtir, berjewendiyên komên biçûk an çend kesan ji xwe re kirine armanc, hema yekser heke mirov bi nav bike Recep Erdogan û Devlet Bahçelî, temenê desthilatiyên xwe danîne serê lûtkeya armancên xwe.
Jixwe ji aliyê çapemeniya azad ve, êdî aşkere tê gotin ku ev rêveberiyek sultanistî ye, pederşahî ye û pergala zilimkariyê didin meşandin.
Jixwe êdî hilbijartinan jî, li goreyî berjewendên desthilatiya xwe ya kesîtî organîze dikin û yên ji derveyî armancên wan hatibîn hilbijartin, wan ji ser kar davêjin û şwûna wan hema yekser qayûman datînîn ser kar.
Hema germa germa mînaka hilwestên wan ên li dijî şaredariyên Wanê, Hîlwanê û gelek bajarên din ên Kurdistanê li ber çavan e.
Mînaka herî dawî jî ya bajarê Colemergê ye; Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş di roja 3.6.2024 de destgir kirin, şûna wî parêzgerê Colemergê weke qeyûm dan rûniştanin û di 5.6.2024 de jî 19 sal 6 heyv ceza lê birin û xistin zîndanê.
Li vir armanca wan hîn zelaltir tê diyar kirin ku wê Colemergê bikin despêk û yek bi yek hemû şaredarên Kurdistanê ji ser kar bigirin şûna wan nokerên xwe bi navê qayûman bixin ser kar.
Zihniyetê vê dewletê yê li ser Kurdistanê û li dijî îradeya gelê Kurdistanê, divê bi tevayî were zanîn, ji ber ku ne bi tenê li Bakur, belê xwe xwediyê her çar parçeyên Kurdistanê dibîne.
Nayê jibîrkirin ku çawa li dijî hilbijartinên Başûr derket û çawa bi leşkerî xwe amade kir, da ku êrîşî îradeya gelê me yê Başûr bike, ya referandûma ku serxwebûn dixwestin û her vê hilwesta xwe ya xerabkar, nuha jî dewam dike.
Ya herî balkêştir, helwesta Recep û Devlet ya li dijî hilbijartinên ku wê li(ROJAVA) bakur-rojhilatê Suriyêyê pêk bên.
Jixwe pir caran dibêjin, “em ê wê hilwesta xwe ya şaş a pejirandina Rêveberiya Başûr, li Rojava dubare nekin” û hwd.
Îca, weke xwe xwediyê Iraqê dibîne her wiha xwe xwediyê Sûriyeyê jî dibîne û bê eyb û şerm dibêje, “em nahêlin dewleta Sûriyeyê parçe bibe”!
Weke kes nabîne ku Recep Erdogan ji mêjve Sûriye parçeparçe nekiribe? Ji Idlibê, Efrînê, Babê, Ezazê, Cerablûsê heta Serêkaniyê û Girêspî dagir nekiribe, sistema dewleta Tirkiyeyê yekser li wir ne dabe rûniştandin û rêveberiyek mêtingerî û qirkerî nade meşandin!?
Her heman siyaseta qirker û dagirker li Başûr jî dide meşandin!
Heke heman pêşketina tevgera azadiyê li Rojhilat jî mezintir bibe, wê destê xwe dirêjî wir jî bike, jixwe vê armanca xwe venaşêre û aşkere dibêje, “li kuderê endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê hebe, ji êrîşa me re armanc e û em ê lê bidin”!
Êdî aşkere xuya ye ku ev dewleta faşîst û dagirker, heta ji destê wê bê ew ê li dijî van têgehên wisa hêja yên mîna demokrasiyê û hilbijartinê şer bike û îradeya gelê Kurdisnê nas neke.
Ev jî tê wateya ku gelê Kurdistanê jî, qeyûmên wan nas neke û bi têkoşîna xwe ya piralî li deskeftî û îradeya xwe xwedî derkeve û van dagirkeran û qirkeran ji welatê xwe dûr bixe!