Di 20’ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku hin guhertin pêk werin. Lê guhertina esasî divê di mejiyê mirovan de pêk were. Ji ber ku li başûrê Kurdistanê pergaleke demokrasiyê çênebûye. Hê jî pergaleke ku malbat an jî eşîr xwediyê gotinê bin heye. Deverên ku di bin desthilata Barzaniyan de ye hukmê wan derbas dibe. Ew çi bixwazin ew dibe. Li gorî dilê xwe qanûnan çêdikin û li gorî dilê xwe bi rêve dibin. Jixwe heta niha hilbijartinên ku pêk hatine jî heman encam jê derketiye. Encama hilbijartinê jî li gorî dilê xwe dimeşînin.
Li deverên di bin desthilatdariya YNK’ê de rewş hinekî din cûda ye. Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ji bo hin guhertinan peyaman dide û bi coşeke mezin jî tê pêşwazîkirin. Peyamên Bafil ên li Silêmanî û Helebce baş hatin şopandin. Xelkê eleqeyek zêde nîşan da. Bafil dibêje ku ew ê desthilatdariya riziyayî û ya xakfiroş hilweşînin. Ev peyamên erênî ne û hêviyekê bi civakê re çêdike. Civaka li başûrê Kurdistanê wê çiqasî karibe vê guhertinê pêk bîne û çiqasî hêza wan heye ewê di hilbijartinê de diyar bibe. Lê îro beriya her tiştî pêdiviya başûrê Kurdistanê bi pêkanîna demokrasiyê heye.
Divê demokrasiyek hebe ku her kes xwe tê de bibîne û xwedî gotin be. Dema ku ev yek pêk were, wê baweriya xelkê jî bi hilbijartinê were. Wê demê ew ê guhertinên cidî jî çêbibin û civak jî têkeve ferqa wê. Li rojhilata navîn têgihiştinek heye ku dibêjin ma em dengê xwe bidin jî ferq nake. Bi awayekî qismî rast e. Ji ber ku yên li ser desthilatdariyê ne dev ji kursiyê xwe bernadin û dîktator in. Ev yek li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê jî derbas dibe. Hilbijartin çêdibe, lê bi hîle, sextekarî û zilma xwe dîsa ew desthilatdar dimînin.
Ji bo başûrê Kurdistanê jî heman encam xuya dike. Pêdiviya xelkê başûr bi pergaleke demokrasiyê heye. Dema ku demokrasî hebe mafê mirovan heye. Bi vê yekê re heq, hiqûq û edalet jî pêk tê. Ji ber nebûna demokrasiyê jî rewşa her kesî di xeteriyê de ye. Qanûn di destê desthilatdariyê de ye û tenê xulamên desthilatdariyê hene. Di sedsala 21’ê de derfet heye ku ev pergala faşîzan were têkbirin. Derfetê vê yekê li Tirkiyê jî û Iraqê jî heye. Eger civak bêtirs biçe ser sindoqan û tifaqa xwe çêke, wê karibe wê desthilatdariya qirêj têk bibe.
Dibe ku Barzanî û PDK ji desthilatdariyê bikevin û dîsa jî demokrasî pêk neyê. Ji bo vê yekê dibêjim beriya her tiştî pêdivî bi demokrasiyeke rast û bingehîn heye. Mesele ne guhertina PDK û YNK’ê ye. Meseleya esasî zihniyeta demokrasiyê ye. Ev yek ji bo Tirkiyê jî derbas dibe. Eger AKP û MHP biçe û CHP were jî wê encam neguhere. Ji ber ku zihniyeteke faşîzan ava kirine û ew desthilatdarî li ser zilmê dimeşe. Demokrasî ji bo her qadê pêwist e. Li devera ku demokrasî tinebe, wê faşîzm hebe.