PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Demokrasî pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye’

Siyasetmedar Tarik Ziya Ekîncî, di civîna DÎB’ê ya têkildarî konferansa ku dê di hezîranê de li dar bixe de axivî û diyar kir ku demokratîkbûn ji bo Tirkiyeyê pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye

Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), têkildarî konferansa ku dê bi dûrişma ‘Nan, edalet û azadî’ di meha hezîranê de li dar bixe, civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên DÎB’ê Nesteren Davûtoglû û Ayşegul Devecîoglû, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercumet Akdenîz û gelek rêveber û nûnerên rêxistinên sivîl tev li civîna ku li Eywana Konferansê ya Abîdîn Dîno ya Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê hat lidarxistin, bûn.

Siyasetmedar Ahmet Turk, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê Necla Kûrûl, dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen, Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Serokê Komeleyên Elewiyan Celal Firat, parlamentera berê ya CHP’ê Melda Onûr û siyasetmedar Tarik Ziya Ekîncî jî weke axaftvan bi awayekî online tev li civînê bûn.

Dengê edaletê bilind dibe

Axaftina vekirinê ya civînê Nesteren Davûtoglû kir û da zanîn ku di rojên reş re derbas dibin û bi birçîbûn, xizanî û şewbê rê rû bi rû dijîn û wiha got: “Li her dera Tirkiyeyê dengê, nan, edalet û azadiyê bilind dibe. Em hewl didin ku gelek kes tev li konferansa me ya meha hezîranê bibin.”

Ayşegûl Devecîoglû destnîşan kir ku herkes li ber xwe dide û bêdeng nabe û banga yekkirina dengên ku bilind dibin kir.

Pirsgirêka li Tirkiyeyê

Di civînê de siyasetmedar Ahmet Turk û Tarik Ziya Ekîncî jî axivîn û peyamên girîng dan. Ahmet Turk, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e û wiha got: “Lê heke demokrasî nebe pirsgirêkên jin, ciwan û bêkarî çareser nabin. Rêya xelasiya ji vê desthilatê xebata lihevkirî ya me ye. Heke em Tirkiyeyeke demokratîk bixwazin divê em rêya hatina gel hev a nirxên hevpar bibînin. Yekitiyeke ku kurd, jin, karkeran bihewîne nava xwe pêwîst e. Ji bo qanihkirina civak û siyasetê berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabe. Em dikarin li ser nirxên demokratîk ên hevpar bên gel hev û demokrasiyê ava bikin.”

Demokrasî û aştî

Siyasetmedar Tarik Ziya Ekîncî jî destnîşan kir ku di şertên îro de ji bo Tirkiyeyê demokratîkbûn pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye û ev tişt anî ziman: “Sedema bingehîn a pirsgirêkên îro tunebûna demokrasiyê ye. Pergala yekzilamî ku di sala 2016’an de hat avakirin rewşê xetertir kiriye. Hatiye wê astê ku ji piraniya gelê me bawer kir ku bi pergala parlamenteriyê dê her tişt sererast bibe. Guhertina pergala Erdogan gaveke pêşde çûyînê ye lê ne derbasbûna demokrasiyê ye. Aştî û demokrasi yekpare ne. Li welatekî dema ku aştî tunebe demokrasi jî tuneye. Li Tirkiyeyê kirdeya demokrasiyê pirsgirêka kurd e. Ev daxwaza kurdan a demokrasiyê ye. Heke kurd mafê xwe yê perwerdeyê bi dest nexin û bi awayekî azad bi kar neynin li Tirkiyeyê avakirina demokrasiye ne pêkan e. Beriya her tiştî divê li Tirkiyeyê ji bo pirsgirêka kurd têkoşîn bê dayîn. Kesekî vê red bike ne pêkan e bibe demokrat.”

Piştî axaftinan civîn bi dawî bûn. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar