Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Deng bidin da ku perdeya tarîtiyê biçire’

Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê ku ji 5’ê Çileyê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bang li her kesî kirin û wiha gotin: “Hûn ê bibînin bê faşîzm li ber deng çiqas bêtaqet e. Faşîzm nikare xwe li ber deng ragire. Deng bidin da ku perdeya tarîtiyê biçire.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 125’an de didome. Her wiha li 66 girtîgehan jî 331 girtî 87 roj in di greva birçîbûnê de ne û ji 1’ê Adarê ve jî li hemû girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê berbelav bû.

Li Girtîgeha Jimare 2’yan a Bandirmayê jî Ekrem Gun, Înan Soylemez, Serdar Taşkin, Mîkaîl Mûngan û Sîpan Karabûlût ji 5ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne. Her 5 girtî derbarê çalakiyên xwe de nameyek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şandin.

Berxwedan ber bi ronahiyê ve dibe

Girtiyan di destpêkê de Leyla Guven û hemû kesên ji bo tecrîd bi dawî bibe têdikoşin silav kir û diyar kirin ku dê çalakiya wan bi ser bikeve. Girtiyan destnîşan kir ku faşîzm mirin û tarîtiyê li wan ferz dike û wiha gotin: “Lê belê berxwedan ber bi ronahiyê ve dibe. Em bi çalakiya xwe tev li berxwedan birêz Abdullah Ocalan bûn. Em vê çalakiyê bi berxwedana dîrokî ya Ocalan re dikin yek. Çimkî rastiya berxwedanê rastiya Ocalan e û rastiya Ocalan jî berxwedan e.”

Di nameya xwe de girtiyan anî ziman ku ji bo tecrîd bişikê wan bedena xwe daye ber birçîbûnê û wiha domandin: “Ji bo em ruhê xwe û hebûna xwe ya manewî biparêzin û azad bikin tev li vê berxwedanê bûn. Çimkî tecrîd astengkirina ji bo xwegihandina armanceke siyasî ye. Di heman demê de êrîşa li ser hebûna gelê kurd û manewiyata me ye. Êrîşeke bîrdoziyî ye. Ji ber em vê êrîşê hîs dikin, me berxwedana xwe veguherand greva birçîbûnê. Nebûna berxwedanê ruhê mirov qirêj dike. Qebûlkirina tecrîdê, tê wateya qirêjbûna manewiyatê.”

‘Dê gelê kurd qêrîna me bilindtir bike’

Girtiyan destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de ya tê tecrîdkirin civakîbûyîna ehlaqî û polîtîk e û faşîzm bixwe tecrîd e û dijderketina tecrîdê divêtiyeke mirovbûyînê ye û wiha pêde çûn: “Em baş dizanin gelê me û dostên me bi zext û zoriyên faşîst re rû bi rû ne. Em bawer dikin ku dê ev bêdengî ji holê rabe, dê gelê me vê bêdengiyê ji holê rake û qîrîna me bilindtir bike. Wekî hevrê Xeyrî jî gotî ‘wê qîrînên berxwedanê welatê me bike Vîetnam.’ Divê her kes xwe weke qasidekî û kirdeyeke berxwedanê bibîne û bi her cure hewldanên entelektuelî, polîtîk, çand û hunerî û dîplomatîk destekê bide vê berxwedanê.”

Hûn jî dengê xwe li dengê me zêde bikin

Her wiha herî dawî girtiyan ev tişt anîn ziman: “Ji bo hevalên me yên din û gelê me bedêlên giran nede, me ev tişt hilgirt ser milê xwe û me helwesta xwe bi greva birçîbûnê nîşan da. Di şert û mercên heyî de tenê niha ev tê kirin. Ev wekî deynekî û peywirekê di stuyê me de bû. Niha di hundurê me de jî dengê Zîlanê olan dide; ‘Xwezî hin tiştên me yên din jî hebûna û me bidana û xwezî hin çalakiyên din jî hebûna.’ Lê yên we hene. Hûn jî dengê xwe dengê vê berxwedanê zêde bikin. Hûn ê bibînin bê faşîzm li ber deng çi qas bêtaqet e. Faşîzm nikare xwe li ber deng ragire û wekî ku cin lê xistibin. Deng bidin da ku perdeya tarîtiyê biçire.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar