Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’

Bavê girtî Emre Can Demîr ê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Hasan Demîr bang li her kesî kir ku deng bidin qîrîna li girtîgehan   

Tecîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in bênavber didomin û dikeve sala 22’yemîn. Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca azadiya Ocalan ji 27’ê Mijdara 2020’î ve di greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem de ne. Greva birçîbûnê bi koma 15’emîn di roja 75’an de didome. Yek ji van girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî Emre Can Demîr ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dimîne ye. Demîr ji kanûna sala 2016’an ve girtî ye û 50 caran cezayê girankirî yê heta hetayê lê hatiye birîn. Demîr di sala 2018 û 2019’an de jî 106 roj di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê da mabû.

Bavê Demîr, Hasan Demîr diyar kir ku ew ê bi her awayî piştevaniya berxwedana zarokên xwe bikin û divê tavilê daxwazên girtiyan bi cih werin.

Li ber çavên wî îşkence li kurê wî hatiye kirin

Demîr da zanîn ku ew û kurê xwe li Stenbolê di serdegirtina malê de tê binçavkirin, wan dibin Antalyayê û li wir mehek îşkence li wan hatiye kirin û li ber çavê wî îşkence li kurê wî hatiye kirin û got ku ew piştî 4 mehan hatiye berdan lê 50 caran cezayê girankirî yê heta hetayê li kurê wî hatiye birîn.

Demîr diyar kir ku di dema Leyla Guven de kurê wî 106 rojan di greva birçîbûnê de maye û ji 60 kîloyî daketiye 35 kîloyî û anî ziman ku piştî greva birçîbûnê kurê wî ji Antalyayê sewqî Eskîşehîrê hatiye kirin.

 Piştî greva birçîbûnê zext zêde bûye

Di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji wê pêvajoya greva birçîbûnê ve heta niha dîsa li gel Ocalan hevdîtin nehatiye kirin û kurê wî jî hem li dijî tecrîdê û hem jî li dijî binpêkirinên mafan dîsa ketiye greva birçîbûnê û  got ku zextên li ser girtiyan bandorek neyînî li ser malbatan jî dike û heke tecrîd û binpêkirinên mafan neyên bidawîkirin dê greva birçîbûnê dîsa veguhere rojiya mirinê.

Demîr diyar kir ku wê wêneyek payîzê ji kurê xwe re şandiye û li gel kurê wî 5 caran daxwazname daye îdareyê jî radestî wî nekirine û ew çi dişînin tê astengkirin û wiha got: “Ji sê rojan carek bi ser odeyên wan de digirin û zextan li wan dikin. Piştî vê greva birçîbûnê zext û binpêkirin zêde bûne. Tecrîd di hundirê tecrîdê de tê sepandin.”

Deng bidin qîrîna girtiyan

Her wiha Demîr destnîşan pêwîst e tecrîda li ser Ocalan tavilê were rakirin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan werin bidawîkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îktîdar tenê ne li ser muxalîfan zextan dike, li ser girseya xwe jî zextan dike. Hevdîtina parêzer û malbatan û telefonan a li gel birêz Ocalan û girtiyên din temîn bikin. Dawî li van zextên li ser civakê bînin. We di salên 90’î de însanan avêt bîrên asîtê, şewitand û îşkence li wan kir, lê we encam negirt. Heke kurikê me jiyana xwe ji dest bide jî wê zilma dewletê ji pey ên me re were gotin. Komkujiya li Dêrsimê hatiye kirin hêj di bîra me de ye. Me wan komkujiyan ji bîr nekiriye. Mirinê nespêrên zarokên siberoja me. Em ji zarokên xwe bi hêvî ne. Em piştevaniya berxwedana zarokên xwe dikin. Bila wezareta dadê, serokkomar, meclis, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, sazî û dezgeh hemû, rêxistinên demokratîk bila deng bidin vê qîrîna li girtîgehan. Li girtîgehan qîrîn bilind dibe.” DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar