Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dengbêj Celîle êş û kulê jiyana xwe bi stranan tîne ziman

Çanda dengbêjiyê çiqas xwedî dîrokek kevnar be jî di demên dawiyê de ber bi windabûnê diçe.  Dengbêj Celîle Zeybek a li gundê Heştan ê Şirnexê got ku ji bo çanda dengbêjiyê tune nebe pêwîste hemû kes xwedî li vê çandê derbikeve

Navenda Nûçeyan

Li Kurdistanê dema qala dîrokê tê kirin çanda devkî ya gelê kurd tê bîra mirov. Di nav dengbêjî de mirov dikare çand û hunera gelê kurdji van stranan fêr bibe. Dengbêj Celîle Zeybek(45) ji gundê Heştan ê Şirnexê ye û 13 salî bi zorê hatiye zewicandin. Celîle êş û kulê xwe yê jiyanê bi stranan tîne ziman. Celîle, di zaroktiya xwe de ji malbatê fêrî dengbêjiyê dibe û îro jî ji bo ku çanda dengbêjiyê ber bi windabûnê ve neçe li vê çandê xwedî derikeve û pêşve dibe.

‘Çand û kevneşopiya berê gelek xweş bû’

Celîle, bi lêv kir ku ew ji temenê zarokatiya xwe heta niha çanda dengbêjiyê didomîne û wiha got: “Jiyana me bi koçeriyê derbas bû. Dema ez zarok bûm malbata min pez xwedî dikir û ez jî tim bi malbata xwe re diçûm zozanan. Ji ber ku em li gund diman me her kar dikir. Jiyana berê ji jiyana niha xweştir bû. Çand û kevneşopiya berê gelek xweş bû. Êdî ew çand û kevneşopî niha nemaye. Berê em hem jin û hem jî mêr dihatin ligel hevdû me bi stranan şevbûherka derbas dikir. Me di dawetan de bi xwe stran digotin. Lê niha ji ber ku teknolojî pêş ketiye ev çanda dengbêjiyê jî her ku diçe ber bi windabûnê ve diçe.”

‘Çanda dengbêjiyê ber bi tunebûnê ve diçe’

Celîle, destnîşan kir ku ew ji malbata xwe fêrî dengbêjiyê bûye û wiha domand: “Berê dema dibû êvar hemû dost û cîran kom dibûn û stran digotin. Em wê demê biçûk bûn û vê bandor li min dikir. Dema şevbûherk dihat lidarxistin em hemû zarok dihatin gel mezinên xwe û me stranan gûhdarî dikirin. Vê çandê bandor li min kir û ji zaroktiya xwe heta îro ez dengbêjiyê dikim. Ez li ser jiyan, êş, şahî û kêfxweşiyê stranan dibêjim. Berê televîzyon tûnebû lê belê me bi stran û çîrokan şeva xwe derbas dikir. Dengbêjî çandek gelek xweş e. Ez carna stranên xwe dibêjim û carna jî stranên tên zanîn dibêjim. Niha ji ber bandora teknolojiyê kêm kes dengbêjiyê dike. Lê dema mirov dinêre kesên dengbêjî kirine û yên niha dikin bi taybetî li ser berxwedan û têkoşîna Kurdistanê stranên xwe gotine û dibên.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar