Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dengdayîna li bakurê Kurdistanê bi dawî bû

Hilbijartina rêveberiyên herêmî ya li bakurê Kurdistanê bi dawî bû. Li bakurê Kurdistanê bi milyonan kurdistanî çûn ser sindoqan û dengê xwe bi kar anî

Ji bo hilbijartina namzetên şaredariyan, îro zêdetirî 57 milyon hilbijêr li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê serê sibehê saet 07.00’an ve çûn ser sindoqan û dest bi dengdayînê kir. Bi taybet jî li bajar, navçe, bajarok û gundên bakurê Kurdistanê zexteke giran li ser hilbijêran hebû û welatî di bin dorpêçeke mezin de çûn ser sindoqan.

Lê tevî hemû zextan jî kurdistanî çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Weke ku tê zanîn îktîdara AKP-MHP’ê li zêdetirî 100 şaredariyên bakurê Kurdistanê qeyûm tayîn kiribûn û vîna gelê kurd xesp kiribû. Bi taybet jî li herêmên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, welatî bi tevlêbûneke xurt dengê xwe da. Bi taybet jî tevlêbûna kesên temên mezin, nexweş û astengdaran bal dikişand. Her wiha li gelek herêman jî welatî bi cil û bergên xwe yên gelerî dengê xwe dan.

Bi destpêkirina hilbijartinê re jî ji Amed, Sêrt, Şirnex û gelek deverên din agahiyên binpêkirinan hatin. Hat zanîn ku li Şirnex û Sêrtê leşkeran zext li ser welatiyan kir ku neçin ser sindoqan an jî ger biçin jî dengê xwe bidin AKP’ê.

Dengdayîna li 32 bajarên bakurê Kurdistanê bi saet 16.00’an de jî bi dawî bû. Bi vê yekê re li bakurê Kurdistanê hejmartina dengan dest pê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar