Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dengdêrên di nava koçberiyê de

Biryare di 18’ê kanûna sala 2023’yan de hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê werin kirin. Hikûmeta Iraqê di hemû aliyan de piştgiriya xwe ji komîsyona hilbijartinê re jî diyarkiriye. Ev hilbijartin wek Referandûmê ye ji bo Şengal û civaka êzidî jiber ku heya neha tu alî û hêza nikaribûn îradeya xelkê Şengalê bi pilan û êrîşa bişkînin, ji bo ku di aliyê qanûnî de  wan pilanê xwe pêk bînin taybet PDK’ê giringî dide van hilbijartinan û ji hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Mûsilê zêdetir van hilbijartina wek hilbijartinên Şengal digire dest û dixwaze bi her awayî  ve xwe liser Şengalê bike serwer. 

‘Li Şengalê amadekariyên hilbijartine’ 

Li Şengalê jî ev demek e ku amadekariya hilbijartinê hatiye destpêkirin. Civaka êzidî û pêkhateyên Şengalê ji bo temsila xwe ya siyasî xurt bikin û îradeya xwe ya yekgirtî nîşan bidin, wê bi lîsteyeke hevpar beşdarî hilbijartina encûmenên parêzgeha Nînova  bibin. Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ku di nav de PADÊ, Teqedûm û YNK weke partiyên siyasî cih digirin, bi beşdariya pêkhateyên Şengalê lîsteya xwe ya hevpar amade kirin û pêşkeşî komîsyona hilbijartinê kirin. Hejmara kursiyan ji bo her encûmenek parêzgehê 12 ye, her wiha ji bo encûmena Mûsilê (Nînowayê) kursiyek ji bo êzidiyan kursiyek ji bo Şebekan hatiye veqetandin. 

‘Di hilbijartinan de îdareya navçeyan’ 

Di van hilbijartina de mijara herî giring ji bo Şengalê ewe ku encûmenên  navçeyan jî dê bên hilbijartin û her aliyê karibe rêjeya dengên encûmena Parêzgeha zêdetir bidest bixe  ewê karibe liser hilbijartina encûmenên  navçeyan jî ku ji Qayîmeqam, Rêveberên Nehiya, rêveberên Şaredariyan pêk tê serwer be. Di peymana 9’ê cotmehê de jî ev xal hebûn ku dixwestin bê îradeya gel îdareya nû a navçeya Şengalê hilbijêrin lê gel ev yek qebûlnekir û heya niha ev peyman nekatiya meriyetê. Ji bo PDK’ê  wan xalên ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi rêya hevpeymana Hewlêr û Bexdayê nikaribû pêk bîne, di van hilbijartinan de bike meriyetê, dinava dek û dolaban de ye. 

‘Koçber dinava kampa de dengê xwe didin’

Li Parêzgeha Mûsilê li gorî dayînan milyonek û 700 hezar kes mafê wan ê dengdanê heye ku bi 16 Hevpeyman dikarin beşdarî dengdanê bibin.

Ji vê hihjmarê 52 hezar kes wek koçber  li Parêzgeha Dihokê ne kû di bin desthilatdariya PDK’ê  de  wê biçin ser sindoqan.   Hejmara koçberên Şengalê  li Dihokê piraniya jiber wê jî bandorek mezin li ser dengdêrên Şengalê dike jiber ku di hilbijartinên derbasbuyî de PDK’ê nehişt ku  kesên dibin desthilatdariya wan de bi azadî dengê xwe bikar bînin û hemû dengên koçber di berjewendiya xwede bikar anîn.  Li gor çavdêrên siyasî  ev biryara komîsyona serbixwe a hilbijartê ne qanûniye û  li gor berjewendiyên PDK’ê hatiya dayîn jiber ku PDK’ê girîngiyek mezin didin hilbijartinên Parzgeha Mûsilê, dikare bi rêbazên cûda  xwe bike serkeftiyê yekemîn. 

‘Dengên koçberan di berjwendiya xwede bikartînin’

Beriya nihe rayedarên Iraqê Berdevkê Komsyona bilind a mafê Mirovan li Iraqê û Wezîra koç û koçberan dabûn diyakirin ku rayedarên başûrê Kurdistanê ji bo dengên  koçberan di berjewendiyên xwede bikar bînin rê liber vegera wan  a liser warê wan digrin. Ji bo vê rewşê jî Wezareta Koç û koçberan bang li saziyên  navneteweyî kiribûn ku mudaxeleyî vê rewşê bikin.

‘PDK’ê rê liber vegera koçberan digire’

Ji bo ev koçber venegerin ser malên xwe bi gelek şêwaza PDK’ê ketiya nava hewildana, taybet piştî ku saziyên alîkariya  mirovî ên navneteweyî alîkariya xwe ji bo koçberên Şengalê ên li başûrê Kurdistanê dan sekinadin ji bo ku koçber vegerin ser malên xwe di nava demek kurt de bi sedan malbat vegeriyan Şengalê lê PDK’ê bi rêya Dezgehê Berzanî ê alîkariyê careke din bi ser koçberan de belavkir û destûra vegerê nade xelkê ku ji nava kampa derkevin. Ji  bo malbatek vegere ser warê xwe eger ne bi rêya wezareta koç û koçberan be pêwîste herî kêm serdana 6 sazî û dezgehên ewlehiyê ên başûrê Kuridistanê bide her wiha ji mehekê heya sê mehan li bendê be ku destûra derketina ji kampê bigre. Ev jî bi awayekî raste rast rêgirtine liber vegera koçberan  ji bo ser malên wan e.

Koçberên Şengalê ku vegeriyane ser malên xwe hejmara wan 250 hezar kes derbas kiriye lê heya nihe nehatiya diyakirin ku çiqas kes li Şengalê dikarin dengê xwe bikar bînin û beşdarî hilbijartên 18′ kanûnê de bikin.

Nûçeyên Têkildar