Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dengê çalakgeran gihîşt Leyla Guven

Keça Leyla Guven rojnameger Sabiha Temîzkan diyar kir ku bi dayika xwe re hevdîtina bi telefonê pêk aniye û dayika wê jê re ragihandiye ku dengê kesên ku li ber girtîgehê çalakî pêk anîne bihîstiye. Her wiha rojnameya Yenî Yaşamê nadin Guven. Parêzer Gulşen Ozbek da zanîn ku rewşa tenduristiya Guven di asteke pir xeternak de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 65’emîn de didome. Her ku diçe piştgiriya ji bo Guven jî zêde dibe. Di vê çarçoveyê de herî dawî duh gelê Amedê ji bo piştgiriya çalakiya Guven daket kolanan û heta ber derê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê meşiya.

Keça Leyla Guven rojnameger Sabiha Temîzkan li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî vê çalakiyê daxuyaniyekê da. Temîzkan diyar kir ku bi rêya telefonê bi dayika xwe re axiviye û dayika wê jê re ragihandiye ku dengê çalakiya ji bo wê hatiye lidarxistin, bihîstiye û Temîzkan di twîtterê de wiha nivîsand: “Min bi dayika xwe re hevdîtina bi telefonê pêk anî. Dayika min got ku bi alîkariya personelên girtîgehê derketiye telefonê. Îro rojnameya Yenî Yaşamê nedane dayika min. Hincet jî nûçeyên têkildarî dayika (Leyla Guven) min in. Hezkirinên xwe ji bo yên ku heta ber girtîgehê meşiyane re şand û got degê wan bihîstiye”

Rewşa tenduristiyê di asteke pir krîtîk de ye

Li aliyê din parêzer Gulşen Ozbek duh bi Leyla Guven re hevdîtin pêk anî û wiha got: “Êdî nikare baş baixive. Di hevdîtina me ya 10 deqîqeyî de heman tişt dubare dikirin. Êdî hin tiştan ji bîr dike. Got ew bi zorê avê vedixwe. Heta niha hin tiştên avê vedixwar, lê belê niha bi zorê avê vedixwe. Her wiha prisgirêka wê ya bêxewiyê jî heye. Hema bêje nikare rakeve. Wexta tiştên avî vedixwe dilê wê dixele. Ji ber vê nikare tiştekî vexwe.”

Parêzer Ozbek, destnîşan kir ku Leyla Guven naxwaze mudaxaleya tibî were kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar