Ji ser salvegera wefata Mihemed Arîf Cizîrî 33 sal derbas dibin. Kilam û stranên Mihemed Arif Cizîrî di dilê her kurdekî de xwe bi cîh dike û bi hunera xwe ya mayînde berhemên bi nirx li pey xwe dihêle
Mihemed Arif Cizîrî 1912’Yan li Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bûye. Di 13 saliya xwe de bi hinceta ku piştgiriya Şêx Seîd kiriye, li gel 12 hevalên Şêx Seîd tên girtin û dibin Amedê.
Piştî ku li wir tên darizandin Şêx Seîd û hevalên wî tên darvekirin. Lê Cizîrî ji ber temenê xwe yê piçûk ji darvekirinê rizgar dibe. Piştî 5 salê xwe ya girtî ji hepsa Amedê derdikeve û berê xwe dide Bexdayê. Li Bexdayê hunera xwe ya kurdî berdewam dike û di radyoya Bexdayê de kilamên kurdî yên wekî Ximşê, Siwaro, Pismamo, Ez Xezal, Koçerê dibêje. Cizîrî di sala 1932’yan dizewice û du zarokên wî yek keç, yek jî kur çêdibe.
Cizîrî bi gelek kilamên xwe yên wekî Xezal xezal, Ay lê Gulê, Buharê hat buharê bi dengê xwe yê zîz hestên evînî û civakî vedibêje. Cizîrî bandorek li ser dengbêjî û hunera kurd kiriye û heta niha jî kilam û stranên wî li ser zimanê kurdî dijîn.
‘Dengê Cizrewî di Radyoya Bexdayê de’
Cizîrî hem bi deng û hunera xwe hem jî bi dilê xwe ya kurdewarî bûye sembolek hunermendên kurdî.
Sala 1939’an di Radyoya Dengê Bexdayê ya beşa zimanê kurdî de dest bi kar û xebatan dike. Ev yek heskirina Cizîrî ya li beramber zimanê kurdî nîşan dide.
Mihemed Arif Cizîrî hunermendên wekî Elî Merdan, Resûl Gerdî, Hesen Zirek, Tahîr Tofiq, Hesenê Cizîrî, Cemîl Beşîr, Meryemxan, Fewziye Mihemed, Nesrîn Şêrwan nas dike. Li gel Eyşe Şan û Îsa Berwarî jî peywendî çêdike û bihevre tev li gelek konseran dibin.
Mihemed Arîf Cizîrî pir caran gund gund digere û kilamên dengbêjiyê dibeje. Mixabin wek gelek siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên kurd jiyana Cizîrî jî di nava xizaniyê de derbas dibe. Dema ku ji gundek derbasî gundek din dibe, rêde sola wî diqete û ji bo rêya xwe berdewam bike, ji neçarî têlek ji tembûra xwe qut dike û bi wê têlê sola lingê xwe gire dide. Ev serpêhatiya wî zor û zehmetiyên wê demê nîşan dide. Dayika Cizîrî Edlila Xan jî wekî dengbêjekî nav û deng tê naskirin. Cizîrî 17’ê kanuna 1986’an li nexweşxaneyekî ya Duhokê, jiyana xwe ji dest dide.
‘Dengê dilê evîndar, têkoşer û kedkaran’
Cizîrî bi hewildana xwe di dilê her kurdekî de navê xwe neqişandiye û bûye dengê dilê evîndar, têkoşeran jî. Kilamên wî heya roja îro mayîndebûyîna xwe parastiye.
Mihemed Arif Cizîrî nêzikî hezar û du sed stran û kilam qeyd kiriye. 60 kaset derxistiye. Xezal, Xirabo, Siwaro, Pismamo, Yardilo, Ez Xezal im, Berîvanê, Befr Barî, Hesenîko, Çiyayê Şingalê, Bavê Fexrê, Koçerê, Gulê Mehromê, Şevên Nisana, Diyarbekîr, Çiyayê Kurdistanê ji hinek berhemên wi ne. Çavkanî: ROJNEWS / Firmesk Elî