Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dengê kemana klasîk û newayên kurdî: Nure Dlovani

Nûrê Dilovanî (Nure Dlovani) jî hunermendeke kurd e ku li Êrîvanê hatiye dinê. Nûrê Dilovanî jî vîrtuozeke kemanê ye ku di nava malbateke muzîkjen de mezin bûye

Radyoya Êrîvanê di muzîka kurdî de xwedî cihekî girîng e. Gava em berê xwe didin dengbêj û muzîkjenên kurdan, em dibînin ku piraniya wan li Radyoya Êrîvanê guhdarî krine û wê bandor li wan kiriye.

Nûrê Dilovanî (Nure Dlovani) jî hunermendeke kurd e ku li Êrîvanê hatiye dinê. Kalikê wê Reşîdê Baso jî ji dengbêjên girîng ê civaka xwe ye. Bavê Nûrê Dilovanî jî ji hunermendên navdar ê kurd Hozan Dilovan e. Birayê wê Reşo Dilovanî jî ji enstrûmanên gelêrî li fîq, zirne û şivikê dixe û vê jî piştî perwerdeyeke akademîk dike. Nûrê Dilovanî jî vîrtuozeke kemanê ye ku di nava malbateke muzîkjen de mezin bûye û her wiha li piyanoyê jî dixe.

Di akademiyê de ye

Nûrê Dilovanî, çûye akademiyên muzîkê yên li Êrîvan û Moskovê. Beriya bi 15 salan hatiye Almanyayê, li Frankfurtê muzîka klasîk xwendiye û bûye pedagoga muzîkê. Ji sala 2015´an ve jî li zanîngeha Kolnê dersdara muzîkê ye. Ew wekî din her somestrê, bi beşdariya hunermendên kurd tevî xwendekarên xwe konseran jî dide. Nûrê Dilovanî li Gymanasiumeke (di sîstema Almanyayê de asta perwerdeya ji bo zarokên jêhatî ye di nava sê astên dibistanên navîn de) Kolnê mamostetiya muzîkê jî dike. Wekî din Nûrê Dilovanî bi navbeynkariya Wezareta Çandê ya Alman semîneran dide li ser mijarên “Ka tonên muzîka rojhilat çawa bi enstrumanên muzîka klasîk a rojava dikarin bên îcrakirin”.

Di van xebatên xwe û perwerdeya xwe de wê karî karekî zehmet bi ser bixe, lê di vê yekê de para desteka bavê wê gelek e; nexasim jî di warê muzîka kurdî de. Dilovanî têkildarî hunera muzîkê ji nûçegihanê Yenî Ozgur Polîtîkayê Şahîn Bozlar re axivî û wiha got: “Muzîka kurdî bi rastî pir zehmet bû. Erê di ruhê min de hebû, lê îcrakirina wê karekî din e.  Min muzîka klasîk xwendibû, lêxistina muzîka klasîk ji ya kurdî bi gelekî guhertiye. Tonên wê yên cihê û teknîkên wê yên cuda hene.”

Projeyên muzîkê

Wê bi koma Trio Amara re ku ji 3 muzîkjenên kurd ên jin pêk tê albûma bi navê ‘Derî’ derxist. Bi komê re gelek konser û bernameyên radyoyê jî çêkirine. Wekî din ew di projeya Avian Quartet de jî cihê xwe digire, di komê de ji bilî wê 3 jinên alman hene yên ku li enstrûmanên bi kevan (şivik) dixin. Wê tevî koma xwe, par tevî Cemîl Koçgun albumeke bi qeydiya zindî amade kir. Ji bo karê xwe yê bi vê komê re ew dibêje, “Newayên gelêrî yên kurdî ji bo Quarteta xwe ya bi kevanê (şivik) em ji nû ve aranje dikin. Bi vê projeyê em hewl didin muzîka kurdî bi muzîka klasîk û jazzê re bînin cem hev.”

Dersê wê bide zarokên Rojava

Ji bilî van projeyeke wê ya nû heye ku ew dibêje wê bibe surprîzek. Lê ji karên wê yên pîroz e ku di ser Skypeyê re wê dersê bide zarokên li Rojava. Bi vê rêyê ew ê zarokan fêrî keman, piyanoyê bike û agahiyên giştî yên li ser notayan bide wan.

Nûrê Dilovanî sohbeta me bi bangekê bi dawî dike: “Di serî de ciwanên me, kurd hemû divê bêhtir xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Em ji bîr nekin miletek bi van her du diyardeyan heye.” MAINZ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar