6’ê Gulana 2019’an êdî dîrok e. Em hemû bi hev re şahidên dîrokê dibin, dibin parçeyekî vê dîrokê. Niha ji aliyekî avakerên dîrokê hene, ji aliyekî temaşevanên dîrokê, ji aliyekî xirabkerên dîrokê. Hemû bi hev re di nav hev de diherikin.
47 sal şûnde îro li girtîgehên ku şoreşgerên wekî Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yusuf Aslan lêhatin darvekirin, ji aliyên şoreşgerên kurd ve berxwedaneke bêhempa tê bilindkirin. Li cihê ku Denîz, Huseyîn, Yusuf lê hatin darvekirin îro denge Ocalan ku bandorê li ser siberoja Rojhilata Navîn dike tê bihîstin. Di navbera duh û îro de di navbera îro û sibê de diyalektîkeke bi bandor û bê navber heye.
Piştî 8 sal û 810 serlêdanan du roj berê parêzerên Ocalan derbarê çûyîna girava Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re daxuyaniyek dan. Ocalan piştî hevdîtinê 3 peyamên girîng parve kir. 1) Berxwedana girtîgehan silav kir lê hişyariya “jiyana xwe nekin talûkeyê” li girtiyan kir. 2) Derbarê Rojava de agahiyên ku bi dewletê re hevdîtin hene piştrast kir, balkişand ser çareseriya demokratîk û misogeriya makezagonî. Her wiha xwest ku fikarênTirkiyeyên li ber çavan bên girtin. 3) Ocalan got ku ew hîn dilsozê deklarasyona Newroza 2013’yan e.
Her çiqas ku bi biryara YSK’ê ya ne hiqûqî ser mijara Ocalan bigire jî, ev peyama kurt bi tena sere xwe xwediyê bandoreke mezin e û dê li ser siberoja Tirkiyeyê bandorê bike. Her wiha ev yek hêz û bandora Ocalan ku çiqas tê astengkirin ewqas zêde û mezin dibe nîşan dide. Ocalan di 50 salê dawî de ne tenê li Tirkiyeyê li seranserî Rojhilata Navîn û heya cihekî li cîhanê jî aktorekî sereke ye. Lewma bi tecrîdê bandora wî nayê şikandin. Berevajî wê astengî vê bandorê mezin dike.
Her wiha denge Ocalan ku ji girtîgehan bilind dibe, denge azadiyê ye, denge aştî û aramiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Dengê Ocalan denge Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan e ku nîvco maye ye. Dengê Ocalan denge Mazlûm û Xeyriyane. Dengê Ocalan dengê Leyla Guven û berxwedêran e. Ev deng 100 sal e nehatiye astengkirin, îro jî nayê astengkirin.
Derdorên ku vî dengî û rola wî ya dîrokî fêm nekin îflah nabin. Niha hin derdorên ku bihişmendiya neyartiya kurd hatine vaftîzkirin dibêjinbi kurdan re û Ocalan re lihevhatinek pêk hat û lewma hilbijartina Stenbolê hat betalkirin. Yanî hem kurdan terorîst îlan dikin hem ji kurdan dixwazin ku wan jî rizgar bikin û hem jî kurdan jixwe re deyndar dibînin. Xwediyê serkeftina Stenbolê û hilbijartinên 31’ê Adarê kurd in. Ew derdor kurdan nas nakin. Nizanin ku ev tecrîda 4 salan a bênavber li hemberî Îmraliyê tê meşandin tecrîda li hemberî denge azadî û demokrasiyê ye. Heya niha ji Îmraliyê ji bilî azadî û demokrasiyê tu deng dernaketiye û bila kes meraq nake kurd ji bilî demokrasiye nabin xwediyê tu helwestê. Di vî warî de mesele, demokratîkbûna kurdan nîne, antî-demokratîkbûna muxalefet û partiyênTirkiyeyê ye.