Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dengê serhildanê li Başûr bilind dibe…!

Têkoşîn û berxwedana gelê başûrê Kurdistanê ya parçeyek ji têkoşîna mezin a azadiya tevahî Kurdistanê ye, xwedî dîrokek tije berxwedan, serhildan û raperînên cihî ne. Dîsa li gel vê her tim pirsgirkên rêveberî û krîzên navxweyî heye. Bingeha krîza li başûrê Kurdistanê derketiye dîrokî ye, kûr e û êşên birînên salên dûr û dirêj in. Pirsgirêk pirsgirêka pêşengtiyê ye; desteserkirina desthilatdariyê ye, tasfiyekirina mûxalefetê ye heta halê hazir têkbirina hemû destkefiyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi mafdar ku di berdêla wê de bi hezaran xort û keçên wê xwe di oxira wê de kirine qûrban e.

Di vê meşa dirêj a serfiraziyê de ku her gavê bi rêbazên cuda yên dijmin êrîşên hov hatibin kirin jî, her carê li ber xwe daye û pêşengên civakî ji nava xwe derxistiye. Ji bo li dijî dagirkeriyê derbikevin li pey hev çar Enfal li gelê başûrê Kurdistanê hate kirin û van qirkirinan heta sala 1991’ê dewam kirin. 5’ê Adara 1991’an li bajarê Ranyayê yê başûrê Kurdistanê bê ku bi pêşengtiya aliyeke siyasî raperîna gel a destpê kir, hêzên dagirker ên rejîma Baas a Iraqê hilweşand, dîsa gava yekem a hilweşîna dîktatorê demê Seddam Huseyîn bi vê raperîn gel ve destpê kir.

Gelê Ranyayê 5’ê Adara 1991’an li qontara Çiyayê Qendîlê li dijî rejîma Baasê ya Seddam rabû serhildanê. Bi serhildana gel a li tevahî bajar heman rojê bajarên Qeladiz, Ranya û Çarqûrne ji rejîma Baasê hatin rizgarkirin.

7’ê Adara 1991’ê gelê Silêmaniyê rabû ser xwe û bajar ji dagirkeriya rejîma Baasê rizgar kir. 11’ê Adarê pêla serhildanê xwe li bajarê Hewlêrê da. Piştî vir gav bi gav serhildan ber bi Duhok, Koyê, Şeqlawa, Helebçe, Amêdiyê, Mexmûr, Zaxo, Agirî, Derbendîxan, Kelar, Çarta, Pencewîn û Seyîd Sedaq ve belav bûn û ev der ji rejîma Seddam Huseyîn hatin rizgarkirin. Herî dawî jî ev pêla serhildanê 20’ê Adara 1991’ê gihişt Kerkûkê warê ‘Babagurgur’ û ev cih jî ji rejîma Baasê hate rizgarkirin. Bi vê pêla serhildanê re partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê yê demê 19’ê Gulana 1992’yan Parlementoya Başûrê Kurdistanê ava kirin.

Her wiha li gel van serhildanên dîrokî yên li dijî dagirkeriyê ruhê neteweyî yê şoreşgerî û welatparêz tim zindî û li pêş bû. Tevî ku evqas berdêl hatin dayîn ku dagirkerî ji xaka Kurdistanê bê terikandin jî, lê ji ber nakokiyên rêveberî û desthilatê her tim kir ku li gorî pêwîst gel nikaribe bibe xwedî gotin û xwe bi xwe bikare siberoja xwe diyar bike. Ruhê gelê başûrê Kurdistanê yê şoreşger û raperîner ê her tim zindî lê mixabin bi saya kesên di bin navê partiyên ji bo rizgarî û azadiyê, qaşo têkoşînê dikin de her tim bûye birîneke ku tu car neyê kewandin.

Ev yek dema êrîşên DAIŞ’ê yên seranserî Sûriyeyê dîsa Iraqê pêk hatin de hê vekirîtir derket holê. Gelê başûrê Kurdistanê dîsa bê parastin hate hiştin û beşek mezin ê xaka Kurdistanê di serî de Şengal, Mexmûr û Kerkûk kete destê DAIŞ’ê û hêzên PDK û YNK’ê yên li van deveran bi cih hiştin û ji dagirkeriyê re hiştin. Bi saya gerîlayên PKK’ê ev cihên mijara gotinê hatin rizgarkirin. Her çendî demekê ev herêmên bi taybet parelela 36-42 ku dikeve madeya 140 ku bi serhildana gel hatibûn rizgarkirin û piştre dîsa teslîmî dagirkeran hatibû kirin hemû hatin rizgarkirin. Lê mixabin di 16’ê Cotmeha 2017’an de dîsa bi lihevkirinên qirêj radestî hêzên Iraq û Heşdî Şebî hatin kirin. Her çendî wê demê jî gel bang li aliyên siyasî kir ku li gel wan cih bigirin wê heta dawî li ber xwe bidin, lê vê yekê ne YNK û ne jî PDK’ê kir.

Mixabin û sed mixabin hemû gavên di dagirkeriya xaka Kurdistanê de her tim hinek kurd bûne hevkar. Bi taybet li başûrê Kurdistanê di kesayetiya Mela Barzanî dîsa di serî de Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî mala kurdan her tim wêran kiriye. Ne hiştine ku dayikên kurdan taze nefesekê hildin û çavên wan ji rondikên li ser zarokên xwe dibarînin kêm bibe. Başûrê Kurdistanê kirine çavkaniya MÎT û sîxûran. Mal û milkên kurdan bûye paşmala dagirkeran. Roj nîne ku kurd neyên qetilkirin û malên wan neyên wêrankirin. Ev hemû bi destê wan tên kirin. Bi taybet PDK pêşengtiya vê dike.

Di roja îro de weke cerdevanan ketine pêşiya cehşên tirkan xaka Kurdistanê dagir dikin. Hewl didin cihên ku artêşa tirk dagir bikin ji bo gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi cih nebin, wan li wir cih dikin, heta hewldanên şerê ‘Birakujiyê’ ya sala 1997’an jî derdikevin holê. Daxuyaniyên tên dayîn vê yekê hinek din piştrast dike.

Dîsa li gel vê çapemeniya başûrê Kurdistanê jî alîkariya dijmin dike, dengê gel ê nerazîbûn û serhildanê nadin nîşandan. Mînaka vê ya herî ber bi çav, li Şêladizê gel rabû ser pêyan çapemeniya Başûr ji bilî yek duyan ên din xwe lê ker kirin û heta ji nedîtî ve hatin. Serkêşiya vê jî Rûdaw tv û Kurdistan 24 tv ên berdevkên dagirkerî û hikûmeta herêmê ne. Nasnameya van a qirêj di Şoreşa Rojava de jî jixwe vekirî derketibûn holê. Lê diviya bû çapemenî tim alîgirê gel û muxalefetiyê bike, lê li Başûr ketiye bin destê desthilat û bûye berdevkê wan. Ji bo vê ye divê kevneşopiya çapemeniya azad hê zêdetir bi rol be û li her derê dengê gel ragihîne û gel rake li ser pêyan. Gel şiyar e.

Lê dîsa jî gelê Başûr ê berxwedêr bi raperîna ne ji ya Ranya ya sala 91’ê cudatir li Şêladizê carekî din ew ruhê azadiyê yê derxistina dagirkeriyê nîşan da. Helwesta gel zelal û diyar e. Dagirker bila ji xaka Kurdistanê derbikevin. Welatiyên herêma Sîdekan, Biradost, Şêladiz, Amêdiyê û gundewarên wê tevî tobaran û gefên desthildat herêmê, bi vekirî ji bo desthilatê û hikûmeta Iraqê dibêjin; ‘Em dagirkeran li ser axa xwe naxwazin’ bi vê jî zengên serhildanên li başûr lêdidin.

Herî dawî çalakiya Hêzên Erka Xweparastinê ya li dijî navendeke mezin a artêşa tirk a li Zaxoyê ku salên dûr û dirêj in li başûrê Kurdistanê heye, vê dengê rabûna serhildanê ya li dijî dagirkeran hê vekirîtir nîşan dide.  Bi vê çalakiya xurt a ku bi xurtî li çeper û kozikên artêşa tirk hate xistin de dengê serhildan û vejîneke nû ya li dijî dagirkeriyê li ser xaka başûrê Kurdistanê ye derxistiye.

Ji bo vê ye divê gelê Başûr ji Şêladizê bigire heta Ranya, Qeladiz, Biradost, dîsa Hewlêr, Silêmaniye, Kerkûk, Germiyan heta Helebçeyê xwe ji serhildaneke mezin a gel re amade bike û li dijî hêzên dagirker û desthilata hevkar û nokeran amade bike û guhên wan li ser zenga raperîna gelan bin. Ev zenga dengê raperînê ji nêz ve tê bihîstin…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar