Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Dengê xwe li dengê me zêde bikin’

Girtiyên li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Kandirayê ku gotin “Bedêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin”, bang li gel kirin û wiha gotin: “Dengê xwe li dengê me zêde bikin, em mil bidin milê hevdu û tirsê ji ser xwe bavêjin. Ber bi kuçeyan ve biherikin.”  Ji girtîgeha Wanê jî Rojnameger Nedîm Turfent nameyek şand, di nameya xwe de bêdengiya heyî rexne kir û got: “Niha roj roja ku em li dor van canan bibin xelek. Negirtina vî destê wan cihê şermeke mezin e.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 148’an de didome. Piştî Guven, li gelek girtîgehan bi hezaran girtî jî bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê kirin. Li Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa F a Kandirayê li ser navê girtiyên di greva birçîbûnê de, Emîn Gurban û Ahmet Huseyîn name şandin û bang li gel kirin.

Girtiyan di nameya xwe de bal kişanadin ser tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî dan gotinên xwe:  “Ocalan ji bo me jiyan e. Jiyan ji bo me Ocalan e. Em tu carî li ser jiyaneke bê Ocalan hûr nebûne û em ê nebin jî. Ocalan, nirxê jiyana mirovahiyê ye. Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina jiyana mirovahiyê ye.”

Tecrîdeke dijwar heye

Girtiyan bi berdewamî ev tişt anîn ziman: “Ji bo me azadî û ewlehiya Ocalan xeteke girîng e. Dewleta tirk a faşîst 20 sal in bi awayekî dijwar Ocalan tecrîd dike. Li 4 perçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi dirûşmeya “Em ê tecrîdê bişikînin, faşîmzê birûxînin û Kurdistanêa zad bikin” berxwedaneke bêhempa dest pê kiriye. Li 4 perçeyên welatê me tecrîdeke dijwar heye. Girtiyên azadiyê jî ji bo bersiva vê yekê bidin, di 16’ê Kanûna 2018’an de ketin greva birçîbûnê. Hevrêyên me Mesût Atiş, Sadettîn Yaşar û Tûran Gunana di 16’ê Kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kirin. Zêdetirî 100 roj in hevrêyên me di greva birçîbûnê de ne û li ber çavên me dihelin. Her diçe êşa wan girantir dibe û jiyana wan ber bi rewşeke xedartir ve diçe. Lê dîsa jî her diçe birdarî, dildarî û vîna hevrêyên me xurtir dibe.”

Girtiyan di nameyê de diyar kirin ku ji xeynî girtiyên nexweş û extiyar ji 1’ê Adarê ve girtî hemû ketine greva birçîbûnê û navê girtiyên li Girtîgeha Kandirayê ketine greva birçîbûnê bi raya giştî re parve kirin: “Mahmût Ûlaşan, Husnu Babat, Ozkan Baykan, Alî Çabûk, Huseyîn Aras, Erdal Ogûz, Ahmet Adli, Muhsîn Koyluoglû, Salîh Yuksel, Îrfan Kiliç, Mûstafa Yildiz, Hatîp Oyaman, Mehmet Akyuz, Haspî Aydemîr, Zekî Bûlût û Habîp Guler.”

‘Dengê xwe li dengê me zêde bikin’

Girtiyan bang li raya giştî kir û ev tişt anîn ziman: “Di pêvajoyeke wisa dîrokî de bêdeng nebin. Dengê xwe li dengê me zêde bikin, em mil bidin milê hevdu û tirsê ji ser xwe bavêjin. Ber bi kûçeyan ve biherikin. Ji bo jiyaneke birûmet û azad, destekê bidin me. Bi hêza vîna xwe tirsê têxin nava faşîzmê. Hûn ê bibînin ku faşîzmê ew qas ne xurt e. Em careke din dubare dikin, bêyî jiyaneke birûmet jiyan ne mimkun e. Bedêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

Rojnamevan Turfent jî nameyek şand

Li aliyê din li Girtîgeha Wanê ji 141 girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, yek jî nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Nedîm Turfent e. Turfent, 35 roj in di greva birçîbûnê de ye. Turfent nameyek şand, di nameya xwe de bêdengiya heyî rexne kir û got: “Niha roj roja ku em li dor van canan bibin xelek. Negirtina vî destê wan cihê şermeke mezin e.”

Turfent di nameya xwe de wiha dibêje:  “Eger kêm zêde hayê wê ji rojeva welat hebe, niha hûn pê dizanin. Lê ez ê binî wê xêz dikim û tînim ziman. Leyla Guven, 148 roj in di greva birçîbûnê de ye. Niha li girtîgehan bi hezaran mirov bedena xwe dane ber birçîbûnê, yanî bedena xwe dane ber mirinê. Niha li vê girtîgehê çalakiya 5 mirovan sed rojî derbas kiriye. Mixabin, ne tiştekî hêsan e. Tu kes nikare mirovên bedena wan dihelin temaşe bike.  Ka kêliyekê bifikirin. Beden û canê mirov dihele û em temaşe dikin! Ma ev mimkun e? Na, kes nikare temaşe bike. Heta ên tenê temaşe dikin bêwijdan in. Ma ne wisa ye? Nexwe em hemû sil bibin, çimkî roj bi roj, saet bi saet em bedenên ber bi mirinê ve diçin temaşe dikin.”

Peywira xwe bi cih tînim

Turfent wiha dibêje: “Peywira herî sereke ya rojnamevanî ew e ku binpêkirinên mafan xuyangtir bike. Peywira rojnamevan ew e ku bibe dengên kesên dengê wan tê tepisandin. Ji be rmafê me yê nûçeçêkirinê ji dest me hatiye girtin, em jî dixwazin bi bedena xwe nûçeya van mirovan çêbikin. Çi dibe bila bibe em ê bibin deng û nefesa van mirovan. Em dixwazin ev mirov bijîn. Roj ew e roj e em bibin deng û nefesa van bedenên her roj dihelin.”  STENBOL / WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar