Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dengê xwe nedin kujerên zarokan, bidin DEM Partiyê

Malbatên Haci Lokman Bîrlîk û Fatma Uyar ên ji hêla çeteyên AKP-MHP’ê ve hatin şehîdkirin banga bikaranîna dengan kirin û gotin: “AKP zarokên me dikuje, xwezaya me talan dike, bajarên me xera dike, zimanê me qedexe dike. Em bi tu awayî deng nadin wan. Dengê xwe bidin DEM Partiyê.”

Ciwanê kurd Haci Lokman Bîrlîk (24) ê di 3’yê cotmeha 2015’an de li taxa Dîcleya Şirnexê wek birîndar hatiye binçavkirin, bi 28 guleyan hatiye qetilkirin û bi pişt wesayîta zirxî ve bi erdê re hatiya kaşkirin. Jina ciwan a krud Fatma Uyar jî li Silopiyayê bi awayekî hovane hat şehîdkirin. Malbatpn Bîrlîk û Uyar têkildarî hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de bên lidarxistin bangawazî kirin.

Dayik Nazîre Bîrlîk nêrgizên ku li ser gora kurê wê şîn bûbûn girt destê xwe û axivî. Bîrlîk li gel hemû tiştên hatine jiyîn wiha bang kir: “Bila her kes xwedî li dengê xwe derkeve. Bîrlîk bal kişand ser têkoşîna gelê kurd a bi salan e dom dike û anî ziman ku divê gel êdî vê têkoşînê baş nas bike û li gorî wê tevbigere. Bîrlîk wiha axivî: “Ewqas xwîn hate rijandin, ma ne guneh e? Divê her kes xwedî li xwe derkeve. Divê gelê me hişê xwe bine serê xwe. Dema ku hûn dengê xwe didin partiyê, hûn dengê xwe nadin min an jî keseke din. Hûn ê dengê xwe bidin xwe. Hemû cîhan ji bo xwe dixebite. Bila kurd jî ji xwe re bixebitin.”

Bîrlîk destnîşan kir ku AKP ji bo ku di van hilbijartinan de bi ser bikeve kanepe, alavên mal ên spî, koliyên xurekan belav dike û axaftina xwe wiha domand: “Îro li hin derdoran hin tiştan belav dikin. Çi belav dikin bila bikin. Her tişt ji şeref û şanaziya mirov re meye. Heke bi pereyan dengê xwe bifiroşin jî dê dawiya dawî ew pere xelas bibe. Lê dê şanaziya we çi be? Hûn ê çawa li rûyê hevalên xwe û cînarên xwe binêrin. Em mirovên hev in, ji heman xwînê ne. Divê doza hemû kurdan yek be. Bila tu kes nebêje ‘Çi ji min re’. Bila her kes hişê xwe bîne serê xwe. Bila ji Xwedayê xwe û doza xwe şerm bikin. Yên ji doza xwe şerm nekin dê ji Xwedê jî şerm nekin.”

Bîrlîk têkoşîna gelê kurd a bi dehan sal in dom dike bi bîr xist û wiha derbirî: “Ewqas xwîna ciwanan li ser vê axê hate rijandin. Li Kurdistanê tu mirova dûrî vê dozê nîn in. Ev her kesekê eleqedar dike.”

Dayika Fatma Uyar a endama Kongreya Jinên Azad (KJA) ku di demên qedexeyên derketina derve de li Silopiyaya Şirnexê hate qetilkirin, Hatîce Uyar jî ji bo hilbijartinên herêmî bangawazî kir.

Uyar diyar kir ku AKP dijminê kurdan e û ev tişt gotin: “AKP heqaretê li gelê kurd dike, neheqiyan dike. Zarokên me dikuje, xwezaya me talan dike, bajarên me xera dike, zimanê me qedexe dike. Em bi tu awayî dengê xwe nadin wan. Ji ber di bajarên me de zarokên me hatin qetilkirin. Yên ku ji AKP’ê re hevaltiyê dikin bêîman û bêwijdan in.”

Uyar got ku divê gelê Şirnexê xwedî li îrade û gelê xwe derkeve û axaftina wiha domand: “Divê em ji vê zilmê xelas bibin. Em dest bidin hev û dengê xwe bi kar bînin. Ev vê carê bajarê xwe ji hin kesên din re nehêlin. Kolan kolan digerin kanepe û koliyên xurekan belav dikin. Pereyan didin hin kesan. Bila bikin ji bo me tu wateya vê yekê nîn e. Çi bidin bila bidin, mafê gel e. Malê bavê xwe belav nakin, heqê gelê me yê xizan belav dikin. Bila insanên me malzemeyên tên belavkirin bigirin lê belê dema ku deng didin, bila destê xwe danin ser wijdana xwe. Ew ne hevalê gel in, dijminê gel in. Bila gelê me bi vê zanebûnê dengê xwe bikar bîne. Em xwediya axa xwe û doza xwe ne. Her ku em bijîn, em ê di nava têkoşîna xwe de bin. AKP şev û roj bigere jî em bi tu awayî deng nadin wan.”

Uyar di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Dema em diçin ser sindoqan, em tenê dengê xwe nadin kesekê an jî şaredariyê. Em ji bo kurdayetiyê, ziman û axa xwe deng xwe bi kar tînin. Em wek kurd hatin dinyayê û zimanê me jî kurdî ye. Em ziman, nasname û fikra xwe naguherînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar