Li bakurê Kurdistanû ji ber şerên li ser erdan de şerên malbatan diqewimin û welatî jiyana xwe ji dest didin. Li gundê Dîbekê yê navçeya Lice ya Amedê duh di navbera du malbatan de şer derket. Di şerê ji ber nelihevkirina li ser erd derketî de kesên bi navên Ramazan Ozkan, Siddik Ozkan, Mert Ozkan û Alî Îhsan Ozkan û 2 kesên navên wan nehatin zanîn birîndar bûn.
Li ser îxbarê, li cihê bûyerê cendirme û komên tenduristiyê hatin veguhestin. Welatiyên birîndar piştî mudaxileya destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê û nexweşxaneyên navenda bajar.
Ji birîndaran Ramazan Ozkan tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da û tedawiya 5 birîndarên din jî didome.
Hat zanîn ku hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê tevdîr girtin û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.