Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Denîz bi pênûs, wêne û dimênên xwe bû dengê Kurdistanê

RAJIN'ê şehîda çapemeniya azad Denîz Firat bi bîr anî û wiha got: “Hevala Denîz ku lêgerînera rastiyê bû, bi pênûs, wêne û dîmenên xwe bû dengê gerîlayên Kurdistanê.”

Navenda Nûçeyan |

Ragihandina Azad a Jinan (RAJIN) têkildarî salvegera şehadeta rojnameger Denîz Firat daxuyaniyek da ku sala 2014’an di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû.

Daxuyaniya RAJIN’ê wiha ye:

“Xwediya rastî, evîn û jiyana azad hevrê Denîz Firat, di salvegera 7’emîn a şehadeta wê de em bi minet, heskirin û rêzdarî bi bîr tînin. Di kesayeta şopdara heqîqetê heval Denîz de, tevahî şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin. Li hemberî ked û lêgerîna wan a bêhempa, em soza xwe dubare dikin û biryardariya xwe nû dikin ku rastiyê vebêjin.

Di rastî û dîroka têkoşîna gelê kurd de, her serdem û pêvajoyên qewimîne, serketina wê jî bi berdêlên mezin û bêhempa hatiye misogerkirin. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê, berê hovîtî û êrîşên xwe yên qirker da gelê me yê wergeha Şehîd Rustem Cûdî. Lê çeteyên DAIŞ’ê dema hewl dan êrîşên xwe yên qirkirinê pêk bînin, rastî berxwedan û têkoşîna gelê me yê wergehê, sekna gerîla û şopdara wê berxwedana dîrokî heval Denîz Firat hatin. Weke jineke têkoşer, wêrek û legerînera rastiyê, jiyana herî zor û xwedî berdêl hilbijart. Ji bo rastî û heqîqeta êrîşên qirker û şerê qirêj ê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê, ji cîhanê re ragihîne weke rojnameger û şoreşgera gelê xwe, heya kêliya şehadetê jî di eniya pêş a şer de cih girt.

Rojnameger û şoreşgera hêja hevala me Denîz, ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a qirker, li gel malbata xwe ji salên 1990’î ve di temenê xwe yê biçûk de, ji cih û warê xwe tê penaberkirin. Ji lewra hevrê Denîz, di wê temenê xwe de rastiya şer û jiyana zehmet nas dike. Hem rastiya şerê dijwar ê li Kurdistanê û her wiha şahidî ji heqîqeta berdêlên tên dayîn re dike. Heval Denîz, ew rastiya jiyana tije berdêl, ked û têkoşîner, di kesayeta xwe de vediguherîne gera li heqîqeta jiyana azad. Li ser vê bîr, bawerî û pîvana welatparêziyê di nav qadên têkoşînê de, jiyana xwe bi evîndara welat û serketina têkoşîna jinan dihûne. Li ser şopa Gurbetelî Ersozan, xwe di xeta şoreşgeriya jinan de ava dike, dîtina rastî û gera li heqîqetê, di rasteqîniya jina şoreşger bûyî de dibîne. Hevrê Denîz, bi pênûs, dîmen û kişandina wêneyan bi qasî bû deng û rengê serpêhatiya gerîlayên Kurdistanê, ew qasî jî bi jiyan û çîroka xwe bû parçeyekî ji wan serpêhatiyan.

Nasname û xeta çapemeniya jinên azad, bi saya sekna şoreşger a mînak û pîvana welatparêziyê ya hevrê Denîz, Gurbetelî û bi dehan şopdarên heqîqetê hat avakirin. Di roja îro de, ev pêşeng û şopdarên heqîqetê ji bo me pîvana serketinê ne. Pîvana yek-kirina kesayeta şoreşger û rojnamegeriyê ne. Heval Denîz û bi dehan hevalên di şopa heqîqetê de têkoşiyan, li hemberî feraset û pîvanên rojnamegeriya pergala desthilatdar û mêtîngeh xeta rojnamegeriya şoreşgerî û civakî bûyî afirandin. Ji lewra em dibêjin, jinên ku dixwazin bibin şodar û lêgerînvanên heqîqeta jin û civakê, bila sekna Denîzan ji bo xwe bikin pîvan û mînak. Ji bo çanda rojnamegeriyê, di şexsê jinên kurd de, xwe bi nasname bike, heval Denîz li qadên têkoşînê yê herî zor û zehmet ked û hewldanekî mezin pêşxist. Her wiha di jiyana xwe de, bû temsîlkara vê rastiyê. Di roja îro de jî çapemeniya jinên kurd û kevneşopiya wê, xwe li ser ked û hîmê rastiya van şehîdên mezin ava kir û xwe mezin dike. Ji bo em li ser mîrasa Gurbetelî Ersoz, Denîz, Nûjiyan, Sarya, Şîlan û bi dehan hevrêyên din bibin dengê qêrîna her jineke têkoşer, xwe bi rêxistin dikin. Ji ber sekna rêheval Denîz, ji bo me israra rastî anîna ziman û domandina gera li heqîqetê îfade dike. Em weke hevalên di şopa wan de, îro ji bo rastî di tariyê de nemînin, ji bo heqîqeta jinên berxwedêr bê jiyîn û jiyandin têdikoşîn. Xwedî li ked û xeta lêgerînvanên heqîqetê derketin, dikare bi vê biryardarî û îdiaya têkoşînê wateya jiyana azad mezin bike.

Em salvegera 7’emîn a şehadeta hevrê Denîz Firat pêşwazî dikin. Di roja îro de jî plangeriya qirkirina gelê kurd û jinên berxwedêr di meriyetê de ye. Li hemberî wê jî berxwedaneke dîrokî heye. Em weke şopdarên xeta Denîzan, ji bo bibin dengê berxwedan û têkoşîna jinên ku îro pêşengî ji berxwedana dîrokî re dikin, em ê bi ruhê Denîzan û bi biryardariya wê erkên xwe yê vê demê pêk bînin. Bi vê bîr û baweriyê em carek din şehîd Denîz û tevahî şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî û hezkirina heqîqetbûyî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar