Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Denîz Kaya: Em ê bi berxwedana hevgirtî azad bibin

Girtiyên PKK û PAJK’ê çalakgerên fedayî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam bi bîr anîn û careke din diyar kirin, heta ku daxwazên wan bi cih werin anîn wê berxwedana xwe bidomînin

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de çalakiyên fedayî yên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam hatin bibîrxistin û hat gotin, girtî bi biryar in ku heta bicîhatina daxwazên wan berxwedana greva birçîbûnê bidomînin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di rastiyê de hewldana ji bo bêîradekirina gelan e, li Kurdistanê û her devera dinyayê bi berxwedanê hatiye pêşwazîkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, xeta berxwedana dîrokî ya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, pêl bi pêl li gelek welatan belav bû û hate destnîşankirin, ev berxwedan nîşan dide ku felsefeya azadkirina jinê û mirovahiyê ya Rêberê Gelê Kurd ketiye meriyetê.

‘Şehadeta 4 hevrêyên me baweriya me ya bi serketinê xurtir kir’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev berxwedana bi rûmet a bi pêşengiya zindanê dest pê kir, bû berxwedaneke gel, roj bi roj mezin dibe û  ev tişt hat gotin: “Hevrê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam li Kurdistanê, metropolan û dîasporayê bi çalakiyên xwe yên mezin re li dijî faşîzma AKP-MHP’ê gotin, ‘Dîrok ew e ku bi berxwedanê hatiye nivîsandin’. Şehadeta her çar hevrêyên me hem baweriya me ya bi serketinê xurtir kir, hem jî biryardariya gelê me mezintir kir. Bêguman di pêvajoyên wiha de yên bêhempa, şehadeta asta herî bi rûmet e û ya ku ji me re dimîne, berxwedan û têkoşîneke mezintir e. Nirxê çalakiyên hevrêyên me yên şehîd nirxên herî giranbuha ne. Hevalên me dema ku çalakiya fedayî kirin, di nava fedayîtiyê de fedayîtî kirin, ji bo pêşî li şehadetên gengaz bigirin û şehadetên nû çênebin, bi çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê canê xwe feda kirin. Ev niyet û wêrekî ji bo Rêbertî, partiyên me PKK û PAJK û mirovahiyê cihê rûmetê ye.”

Bêwijdanî di asta herî bilind de ye

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkbirina faşîzmê bi bicihanîna rastî û felsefeya Ocalan dibe û ev tişt hat ragihandin: “Esasê partiya me civakîbûn û rêxistinî ye. Yên ku di çalakiyê de rêxistinbûyî be ew dikarin bibin bersiv ji pêvajoyê re. Bi hewldanek li gorî ruhê pêvajoyê û têkoşîna giştî serketin dikare bê afirandin. Faşîzma li dijî me faşîzmeke welê ye ku ji cenazeyên hevrêyên me jî ditirse. Bêwijdanî di asta herî bilind de ye. Em dibêjin, çi dibe bila bibe di nava her şert û mercî de bi berxwedana bi hev re em ê bi ser bikevin û azad bibin. Li ser vê bingehê em ji malbatên hevrêyên xwe yên Zulkuf, Ûgûr, Ayten û Zehra û ji gelê kurd re sersaxiyê dixwazin, careke din lehengiya hevrêyên li ber xwe didin hemûyan silav dikin û divê soz bidin ku ‘bi hev re bi rengekî hîn rêxistinî li jiyanê binerin’ esas werbigirin. Bêguman serketin wê ya hevrê û gelê me yê berxwedêr be.”

Di daxuayaniyê de sozê bilindkirina têkoşînê hat dayîn û ev tişt hatin gotin: “Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em şehîdên pêngava xwe ya berxwedanê ku di hefteya lehengiyê de tevlî lehengan bûn bi rêz û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan mezin bikin. Bi 7 hezar kesên tevlî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûne heta daxwazên me bi cih werin anîn em ê çalakiya xwe bidomînin. Ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û afirandina şert û mercên azad ên rêbertî, em ê xeta xwe ya berxwedanê ya li dora rêberê xwe xurtir bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel, saziyan, raya giştî ya dinyayê û Tirkiyeyê hate kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar