Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê 171 girtî bi awayekî bi biryar çalakiya grevên birçîbûnê didomînin. Kaya da zanîn ku berxwedana zindanan dê tifaqa faşîst têk bibe û bang li her kesî kir ku mil bidin berxwedana zindanan
Çalakiyên greva birçîbûnê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin dewam dikin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 64 roj in di grevê de ye û niha li seranserê girtîgehan 171 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û çalakiya koma destpêkê ya girtiyan di hefteya çaremîn de ye.
Li aliyê din li bajarê Strasbourgê yê Fransayê 15 berxwedêr 25 roj in û li Hewlêrê Nasir Yagiz 50 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Têkildarî grevên birçîbûnê li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da çapemeniyê.
‘Em paşve gav navêjin’
Denîz Kaya di destpêka daxuyaniyê de hemû kesên di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Em xwe di xeta felsefîk û bîrdozî ya serokatiya xwe ya ku bûye heqîqet de dibînin û diyar dikin ku dê têkoşîna xwe ya sala nû bi sekneke ku bibe layîqê şehîdan bidomînin. Di vê pêvajoya ku rûyê faşîzmê yê bêreng û sar ku hewl dide jiyana civakê bifetisîne, em soz didin ku dê di her şert û mercî de berxwedaneke dijberî vê yekê raxin ber çavan û qet paş de gav neavêjin.”
‘Em wek xelekek ji agir in’
Denîz Kaya bi bîr xist ku Komploya Navneteweyî tê nûkirin û wiha domand: “Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên ku sed sal berê ji aliyê faşîzma dewleta tirk ve li hemberî kurdan ketin meriyetê, îro bi faşîzma Erdogan didomin. Faşîzma AKP’ê ku ji bo tasfîyekirina PKK’ê her sepanê ji bo xwe meşrû dibîne xwe bi qarîna demokrasiyê dixapîne. Desthilata faşîst ku di her êrîşa xwe ya li hemberî gel û tevgera me de tunekirin û înkarê hesab dike, hê jî ji dek û komployan hêvîdar e. Di demên dawîn de tê fêmkirin ku emperyalîzma Amerîkayê bi xelatdayîna xwe ya ji bo tunekirina 3 rêhevalên pêşeng ên tevgera me ya ku dîrok nikare wê kevn û înkar bike, bi Tirkiyeyê li hev kiriye. Wek rastiyeke ku tu şik û guman jê nayê kirin, hedefa esasî ya Erdoganê ku li gorî berjewendiyên emperyalîzmê tevdigere, tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Tê dîtin ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku bi hêzên derve re dixebite, ji bo rojanekirina komploya 20 berê hat pêşxistin, hemû hêza xwe seferber kirine. Hemû hêzên derve bûn yek û komployê nebirin serî, îro jî tê xwestin ku ev komplo bê nûkirin, lê divê baş bê zanîn ku em li dora serokê xwe yê ku sedema hebûna xwe dibînin, wek xelekek ji agir in. Di heman demê de em wek tevger hê bi rêxistinkirî û biryardartir in. Em ê li hemberî hemû polîtîkayên ku hûn dimeşînin li ber xwe bidin û teslîm nebin.”
171 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne
Denîz Kaya destnîşankir ku di vê pêvajoyê de bêtehemuliya faşîzma AKP/MHP’ê ya li hemberî kurdan derketiye asta herî jor û tecrîda li ser Rêberê me hêj dewam dike û wiha got: “Wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê me di 27’ê mijdarê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û di 16’ê kanûnê de jî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger da destpêkirin. Me ragihand ku heta tecrîda li ser Rêberê me dewam bike em ê grevan bidomînin. Îro 171 hevalên me di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger de ne. Di heman demê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger jî dewam dikin. Parlamentera HDP’ê Leyla Guven 64 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û bi biryar çalakiya xwe didomîne. Çalakiyên greva birçîbûnê bi awayekî koordîne û rêxistinkirî dewam dikin. Çalakiyên me yên greava birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger hem di warê wesf û hem jî di warê çendaniyê de guncav in. Li gorî geşedanan dê bi awayekî koordîne wesf û çendaniya çalakiyan were diyarkirin. Em dema çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger jî li gorî şert û mercan diyar dikin. Di van çalakiyan de armanca me ya bingehîn ew e ku tecrîda li ser Rêberê me were rakirin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi berxwedanê bigihîjin encamê û çalakiya xwe bidomînin.”
Berxwedan hilbijartinê diyar dike
Denîz Kaya daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li hemberî berxwedana zindanan dê tifaqa faşîst a AKP/MHP’ê hilweşe û faşîzm dê li hemberî vê berxwedana bêhempa têk biçe. Wekî girtiyên PKK û PAJK’ê em bang li hemû hezkiriyên demokrasiyê dikin ku ger em bibin yek dê faşîzm hilweşe û bi vê boneyê li hemberî faşîzma Erdogan em banga berxwedanê dikin. Divê were zanîn ku hilbijartinên herêmî di şert û mercên demokratîk de pêk nayên. Di şert û mercên wiha de hilbijartin berxwedanê diyar nake, berxwedan hilbijartinê diyar dike. Berxwedana li hemberî faşîzmê, şikandina tecrîda li ser Rêberê me û azadiya Rêberê me tê wê wateyê ku hilbijartin û siyaset bi awayekî demokratîk bên kirin. Bi vê boneyê em bang li hemû civaka xwe dikin ku piştgiriyê bidin vê berxwedana ku li zindanan bi pêş dikeve û ji bo tecrîda li ser Rêberê me were rakirin em dengê xwe bilind bikin û bi awayekî yekpare li ber xwe bidin.” AMED