Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Denîz Kaya: Li hemberî faşîzmê dengê xwe bilind bikin

Denîz Kaya destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê şikandin û azadî pêk neyê dê berxwedan û têkoşîna wan raneweste. Kaya li ser şehadeta Zulkuf Gezen jî ev daxuyanî da: “Faşîzma AKP/MHP’ê ji miriyên kurdan jî ditirsin û ji bo bîranîna rêheval Zulkuf xwedî derkevin pêwîst e em hemû kolan û taxan vegerînîn qadên berxwedanê. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku em li hundir li ber xwe didin û hûn jî li derve li hemberî faşîzmê dengê xwe bilind bikin.”

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kaya di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya canbexşane ya Zulkuf Gezen.

Denîz Kaya di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkayên desthilatiyê û ev tişt ragihand: “Desthilata qirker û faşîzan a AKP/MHP’ê ku tehemûla kurd û Kurdistanê nake, li pêşberî mirovahiyê bi awayekî aşkera sûc dike û ev kiryarên wan li holê ne. Faşîzma AKP/MHP’ê di bin navê man û nemana dewletê de zend û bendên xwe ji bo mêtingeriya civakê hildane û bi van polîtîkayên faşîzan dixwaze temenê desthilatiya xwe dirêj bikin.  Faşîzma AKP/MHP’ê tu eleqeya xwe bi demokrasî û civakbûnê re tune ye. Edalet û hiqûqa ku li gorî berjewendiyên polîtîkayên xwe teşe danê û bi polîtîkayên nijadperestî civakê ji hev cuda dike û her cure qirkirinê li ser civakê rewa dibîne. Faşîzma AKP/MHP’ê bi van polîtîkayên xwe di hewildana xeyalên Hîtler û Musolînî bi cih bînin de ye. Ev hewildan û pêkanînên faşîzan li ser kurdan bi wayekî zelal aşkera bûye. Bi awayekî zelal tê xuyakirin ku çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê qet naxwazin, ev yek ji komkujî, qirkirin, zext û girtinan ve jî aşkera ye. Ji bo dîtina wê pêwîst nake ku mirov munecîm be.”

Kaya di berdewamê de jî aşkera kir ku dê li dijî her cure polîtîkayên qirkirinên li ber xwe bidin û wiha domand: “Bi tecrîdkirina Rêber Apo re muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd, çareseriya demokratîk, azadî û wekheviya gelên Tirkiyeyê hatiye armanckirin û bi vê tecrîda girankirî faşîzma AKP/MHP’ê  Tirkiye ber bi kaos û qeyraneke kûr ve biriye û dibe. Bi vê polîtîkaya dijmirovî ya tecrîdê armanc dikin ku Rêber Apo ji çareseriyeke demokratîk, jiyana azad û wekhev a gelan dûr bixin û li gorî dilê xwe derbekî giran li demokrasî û mirovahiyê bixin. Lê belê divê ew desthilatiya faşîzan û qirker baş bizane ku me bi berxwedanê xwe naskir û baş bizanin ku em ê li pêşberî we bi tu awayî dev ji berxwedana xwe bernedin. Li pêşberî her cure pêkanînên paşverû yên faşîzan me duh li ber xwe da, em îro li ber xwe didin û em ê sibê jî li ber xwe bidin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de Kaya bal kişand ser çalakiya canbexşane ya girtiyê azadiyê Zulkuf Gezen û ev tişt parve kirin: “Ew pêngava me ya ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê  hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ ya ku me ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî daye destpêkirin dê bi biryardariyeke mezin berdewam bike. Duh hevrêyê me yê bi nirx Zulkuf Gezen ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo çalakiyeke canbexşane pêk anî û bû şehîdê yekemîn ê vê pêngavê. Hevalê Zulkuf 12 salan di girtîgehê de ma û di şert û mercên dijwar de li ber xwe da. Bi sekna xwe ya mutewazî her tim moral dida me û di hemû zindanên ku hat sirgûnkirin de ev helwesta xwe parast û her tim girêdayî Rêbertî, gel û PKK’ê bû. Rêheval Zulkuf şehîdê yekem ê pêngava ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û kurdistanê azad bikin’ e û bû rêhevalê kesên ku di oxira jiyanê de jiyana xwe ji dest didin û jiyana xwe fedaî Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad dikin.  Wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê em ê bibin şopdarê şehîdê yekem ê vê pêngavê rêheval Zulkuf û em soz didin ku em ê vê pêngavê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ê li bîranînên Zulkuf xwedî derkevin û teqez bi ser bikevin.”

Daxuyaniya Denîz Kaya wiha bi dawî bû: “Wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em li hemû zindanan bi biryardarî grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me were rakirin hatiye destpêkirin, dewam dikin. Faşîzma AKP/MHP’ê ji miriyên kurdan jî ditirsin û ji bo bîranîna rêheval Zulkuf xwedî derkevin pêwîst e em hemû kolan û taxan vegerînîn qadên berxwedanê. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe, rewşenbîr û demokratan dikin ku em li hundir li ber xwe didin û hûn jî li derve li hemberî faşîzmê dengê xwe bilind bikin. Wekî rêhevalên Zulkuf em dibêjin bila serê malbata Gezen û serê hemû gelê kurd sax be û bi azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê jî em ê li bîranîna Zulkuf xwedî derkevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar