Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Denîz Kaya têkildarî çalakiyên fedayî daxuyanî da

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da. Kaya têkildarî çalakiyên canbexşane yên li zindana pêş dikeve rawestiya û diyar kir ku divê bi ruhê seferberiyê her kes dakeve kolanan

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya têkildarî grevên birçîbûnê û çalakiyên fedayî daxuyaniyek da.

Kaya di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên canbexşane yên di rojên dawî de li zindana pêş dikeve. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Pêngava ‘Em ê tecrîdê bişikînin faşîzmê hilweşînin’ a berxwedanê bi çalakiyên canbexşane veguheriye astek nû. Berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya rêhavala me Leyla Guven li zindanan dest pê kir bi tevlibûna hezaran hevalên me yên ji doza PKK/PAJK’î didome. Ev berxwedan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ne rojekê û ne mehekê demsalek li dû xwe hişt. Ev berxwedan li tevahiya Kurdistan û derveyî welat li çar aliyê cîhanê bi taybetî li navenda hegomenyaya modernîteya kapîtalîst ku cihê birdoziya xwe lê ava kiriye pêl bi pêl mezin dibe û berbelav dibe.”

Divê bi ruhê seferberiyê her kes dakeve kolanan

Kaya di berdewama daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Ev têkoşîn ji bo şikandina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê li ser Rêbertiya me û di şexsê Rêberê me de li ser hemû gelê kurd, gelên bindest e. Ev berxwedan bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ye ku hemû civak tecrîd kiriye. Tam jî ji ber vê sedemê pêwîst e bi ruhê seferberiyê ji bo şikandina tecrîd her kes dakevin qadan. Divê her kes li kolanan dengê xwe bilind bikin. Lewre hevalên me yên li zindana bi berxwedana xwe tiştên ku ji destên wan hatiye kiriye û gavek jê wê detir çalakiyên fedaî pêk tînin. Tifaqa qirêj a AKP-MHP’ê ku xwe bi birdoziya mêtingerî, faşîzm û nijadperestiyê li ser pêyan dihêle, di serî de gelê kurd hemû gelên bindest armanc dike ku bi êrîşên faşîzan tune bike.”

‘Li gorî vê nêzîkatî û rêgezê tevbigerin’

Di daxuyaniya xwe de Kaya li ser ser çalakiyên canbexşane yên ku li zindanan pêş dikeve rawestiya û ev tişt got: “Agirê azadiyê ku ji aliyê Kawayê Hesinkar û rêheval Mazlûm Dogan ve hat pêxistin, piştî Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan di pêngava ku bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz de hatiye destpêkirin bi Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ugur Şakar, Zehra Saglam dewam kir û herî dawî Medya Çinar agirê azadiyê gur kir û bi çalakiya xwe ya fedayî şehîd bû. Pêwîst e li dijî zîhniyeta faşîst û kujer jiyan û çalakî takekesî nebin û ger çalakî rêxistinkirî nebe hest û bertek dibin heqîqeteke kêm û ev yek jî ji bo şopandina xeta Rêbertiyê dibe sedema kêmasiyan. Ger em bi fikir û hestên rêxistinî tevbigerin dê tecrîda teqez a li ser gelan û rêbertiya were şikandin, faşîzm dê têk biçe û berxwedan bi serkeftinê tacîdar bibe. Fêmkirin û têgihiştina rastiya Rêbertiyê û felsefeya azadiyê bi berxwedana giştî pêkan e. Hemû rêhevalên me dizanin ku Rêbertî wateyê dide çalakiyên fedaî bes wekî rêgez di vê mijarê de helwest û nêzîkatiya wî tê zanîn. Pêwîst e hemû rêhevalên di zindanan de li gorî vê nêzîkatî û rêgezê tevbigerin.”

‘Divê em bi hev re li ber xwe bidin’

Daxuyaniya Denîz Kaya wiha berdewam kir: “Em mîlîtanên azadiyê ku bi biryarî û îradeyeke mezin li dijî zîhniyeta faşîst tev li pêngava hilweşandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê bûne bi bîr tînin û em soz didin ku em ê armanc û xeyalên wan pêk bînin. Em careke din ji malbatên Zulkuf, Ayten, Zehra, Ugur û Medya re sersaxiyê dixwazin û dibêjin serê me hemûyan sax be. Ger tecrîda li ser gelan neyê rakirin û faşîzm têk neçe gotina bavê rêheval Ayten Beçet a ‘Ev agirê ku îro mala min şewitand, dê sibê mala te jî bişewitîne’ gotineke watedar e. Ji ber vê yekê lazim e em li dijî zîhniyeta kujer û faşîst bi hev re li ber xwe bidin, tecrîdê bişikînin û azad bibin. Em careke din dubare dikin ku heta daxwazên me bi cih bên em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Bang hat kirin

Her wiha Kaya di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir: “Em careke din bang li hemû gelê xwe, hêzên navneteweyî, raya giştî ya Tirkiyeyê, saziyên demokratîk û kesên xwedî wijdan dikin ku hêj dereng nîne û ji bo şehadetên nû çênebin deng bidin dengê me û em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar