Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Denîz Poyraz

Dewleta tirkan piştê sedsala 19’an li seranserê cîhanê erd û desthilatdariya xwe winda kir berê xwe da gelên Anatoliya Navîn û Kurdîstanê. Dest bi kuştina bi hezaran kir. Rûm, fileh, asurî û li Agirî, Amed, Koçgirî, Dêrsim jî kurd qetil kirin. Ev qetlîam hemû bi plansazî ya dewleta tirkan hate çêkirin.

Li seranserê Kurdistanê, ji Bakur heya Başûr, ji Rojava heye Rojhilat, ji Fransa heya Almanyayê her wiha li her derê cîhanê êrîşên ji hêlan tirkan ve li dijî kurdan tê kirin, navê wê êrîş e ne provakasyon e. Dewleta tirkan bi plansazî van êrîşa li dijî kurdan çêdike. Bi zanebûn kurdan dikuje. Kesên ku ji bo van êrîşan re dibêje provakasyon, ew jî bi awakî alîgirê dewleta tirkan e.

Dewleta tirk kujerê kurdan e. Dewleta tirk kengî pêra gîhandine kurd kuştiye. Her tim kurdan dikuje, mezinbûna xwe jî li ser kuştina kurdan dike meriyetê. Dagirkirina Efrînê ne provakasyon e, dagirkirina başûrê Kurdîstanê ne provakasyon e, dagirkirina Serê Kaniyê her wiha gelek cîhê din.

Dewleta tirk kurdan dikuje. Dixwaze navê kurdan li ser cîhanê bide qedexekirin. Dibê gerek deng û bîna kurdan di vê cîhanê de tunebe.

Vî tiştê aşkera dibêje. Li ser ekranê CNNturkê îstîxbaratçiyê leşkerê dewleta tirk ên bi navê Îsmaîl Hakki Pekin, 16‘ê sibata 2021’an de di bernameya Ahmet Hakan de vekirî digot gerek wek qetlîama Parîsê hinek êrîşên din jî li dijî kurdan were plankirin.

Li hember van hovîtiyên dewleta dagirker, qirker dayika Fehîme digot ‚Ez nakevim qurban, ez li ser pêyan im, ev 40 sal in ez hilneweşiyam e, ez ê dîsa li ser pêyan bim. Serê min bilind e, ez ê xwar nekim, ez ê serê xwe daneynim.‘

Ev gotinê dayika Fehîme, gotinên şoreşgeriya sedsala 21’a ye ji bo me hemû kurdan. Em hemû kurd, li hember kujerî, qetlîam, destavêtin, talankirin her wiha hemû neheqiyan, gerek xwe û der û dora xwe biparêzin. Em xwe neparêzin, ev dewleta qirker her biçe me qir bike.  Heya ew me qir dike gerek em wan bidin sekinandin, têkoşîna xwe bilind bikin û heyfa Denîzan hilînin.

Bi gazin, girî, qelsî kes nikare pêşiya hovîtiya dewleta qirker bigire. Mirov gerek ji qirkeran gazin neke, li hember qirkeran têbikoşe.

Xwedî li Denîzan derketin tê wateya têkoşînekî xurt a li dijî qirkeriyê. Heger em têkoşîna xwe pir alî bimeşînên dê em ê bi ser bikevin.

Nûçeyên Têkildar