Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Denîz têkoşîna bavê xwe û rojnamegeriyê vegot

Bi ser qetilkirina rojnameger Huseyîn Denîz re 27 sal derbas bû. Keça Denîz, Zozan Denîz ji bo bîranîna bavê xwe got: “Em yek bên kuştinê em ê bi hezaran werin şûna wî. Wan digot ku wê lêgerînerên heqîqetê xilas bikin, lê wan xwe xapand.”

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 27 sal berê nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Huseyîn Denîz qetil kirin. Tevî ku 27 sal bi ser qetilkirina Denîz re derbas bû jî lê hêj dewletê kujerên wî dernexistiye holê.

Denîz dema ji mala xwe diçû buroya rojnameyê di 9’ê tebaxa 1992’an de hat gulebarankirin û wî bi giranî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Denîz di roja 10’ê tebaxê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û tevli karwanê cangoriyên çapemeniya azad bû.

‘Ez bi bavê xwe serbilind im’

Dema Denîz hat kuştin, keça wî Zozan Denîz hêj 9 mehî bû û bavê xwe ji wêneyan nas dike.  Zozan Denîz behsa bîranîna bavê xwe kir û got wê seranaserî jiyana xwe bi serbilindî têkoşîna bavê xwe aniye heta îro û her roja diçe ew bêriya bavê xwe dike. Denîz diyar kir ku bavê wê bi roj li ber çavên şadihan hat qetilkirin lê 27 sal in kujerên dernexistine holê û nehatine darizandin.

Kujer tê berdan

Denîz derbarê doza ji bo bavê wê hat vekirin de jî wiha got: “Cînayet du sal kiryar ne diyar ma. Di sala 1994’an de çeka bavê min pê hat kuştin li ser endamê Hîzbullahê Mehmet Şah Bakir derket û hat girtin. Ev kes bi cezayê muebetê yê hepsê hat darizandin. Lê ji ber ku edalet li welatê me nîne ev kujer piştî du salan hat berdan.”

‘Hûn nikarin heqîqetê bikujin’

Denîz anî ziman ku ew kujer û kesên fermana kuştina bavê wê dane baş nas dikin û wiha got: “Wan bavê min û gelek hevrêyên wî kuştin. Wan digot qey dê rojnamegerên li pey heqîqetê dimeşin xilas bibin. Lê wan kujeran û dewleta tarî nizanîbû ku ew yekî bikujin wê hezar werin şûna wan. Yanî em yek bên kuştinê em bi hezaran zêde dibin. Dibe ku bedena bavê min hatibe veşartin lê ramanên wî her ku çû belav bû. Sed sal jî derbas bibe ez ê dest ji têkoşîna bavê xwe bernedim. Ew ê her tim rêya têkoşîna me ronî bike. Ez bavê xwe û hemû şehîdên şoreşê bibîr tînim.”

Huseyîn denîz kî ye?

Huseyîn Denîz di sala 1956’an de li gundê Sitîlîlê ya bi ser navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tê dine. Piştî sala 1975’an li navçeya Siwêreg a Rihayê û li Nisêbînê mamostetiyê dike. Di darbeya 12’ê Îlonê de tê girtin û 5 sal û nîv li Zîndana Amedê tê ragirtin. Denîz li zîndanê dest bi xebatên ziman û folklora kurdî dike û li derve didomîne. Pirtûka “Gotinên Pêşiyên Kurdan” a Denîz di sala 1991’an de hat weşandin. Ew zewicî û bavê 4 zarokan bû. Endamê Yekîtiya Nivîskaran a Navnetewî ya PEN’ê bû. Denîz di rojnameyên Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000’e Dogru, Welat û gelek rojnameyan de nivîs nivîsandin. Piştî rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşana xwe kir li navçeya Serêkaniyê dest bi nûçegihaniya rojnameyê dike û di kuncikê forumê de nivîsan dinivîsine.

Zane û rewşenbîrê kurd Apê Musa xalê Huseyîn Denîz e. Ji heman gundî ne. Bi hev re li rojnameyê dixebitin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar