Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî di nav de, der barê 9 parlamenterên HDP’ê de ji bo bidawîkirina mafê wan ê destnedanê, 13 fezleke hatin amadekirin
13 fezlekeyên ji bo bidawîkirina mafê destnedanê yê 9 parlementerên HDP’ê hate amadekirin, pêşkêşî Meclisê hatin kirin. Di nav parlamenterên ku derbarê wan de fezleke hatiye amadekirin de hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî heye.
Parlamenerên HDP’ê yên ku der barê wan de fezleke hatiye amadekirin wiha ye: Der barê Sezaî Temellî de 3 fezleke, der barê Nûran Îmîr û Remziye Tosûn de 2, der barê Pervîn Bûldan, Erol Katircioglû, Kemal Pekoz, Mûsa Farisogûllari, Ayşe Surucu û Berdan Ozturk de jî fezlekeyek hat amadekirin. ENQERE