Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkiyeyê der barê hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan de lêpirsîn vekir
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê der barê hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ku ji peywirê hatibû girtin û li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin de lêpirsîn da destpêkirin.
Ertan têkildarî mijarê axivî û got ku bi hincetên pûç ev lêpirsîn hatiye vekirin. Ertan wiha dom kir: “Cihguherandina gerînendeyan kirine hinceta lêpirsînê. Ev tişt li dijî hiqûqê ye. Qaşo min di navbera şaredariyan de cudatiya partiyan kiriye. Armanca di vir de manîpulasyon e. Di heman demê de pergala hevşaredarî jî kirine hincet. Me kesên ku tev li nav nelirêtiyê bûne, dizî kirine kadroya wan betal kir. Ji ber ku em li dijî diziyê têdikoşin.”
Ozgokçe diyar kir ku ev darbeyeke siyasî ye û destnîşan kir ku dê paşve gav neavêjin. WAN