Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Der barê parlamenterên HDP’ê de 257 fezleke

Di nava 4 mehan de der barê parlamenterên HDP’ê de 257 fezleke hatin amadekirin. Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş ev yek weke operasyona hilbijartinê pênase kir û got ku AKP dixwaze hevrikên xwe ji holê rake

Di Serdema 27’an a meclisê de, bi daxwaza ‘betalkirina destnedayînê’ der barê 33 parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi giştî 257 fezleke hatin amadekirin û ji meclisê re hatin şandin. Ev fezleke di nava 4 mehan de hatin amadekirin. Gelemperiya fezlekeyên der barê parlamenterên nû de hatine amadekirin, ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî ne. Fezlekeyên der barê parlementerên di serdemên din de jî, piranî ji ber daxuyaniyên wan ên çapemeniyê ne.

Ji 33 parlementerên der barê wan de fezleke hatine amadekirin, 16 jê parlementerên jin in û der barê wan de 159 fezleke hatine amadekirin. Herî zêde jî der barê parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca de fezleke hatine amadekirin. Der barê Uca de 38 fezleke hatine amadekirin.

Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ku der barê wê de jî 13 fezleke hatine amadekirin, ji MA’yê bi Dîren Yurtsever re axivî û ev tişt destnîşan kir: “Ev fezleke dijhiqûqî ne. Ev fezleke li gorî pêvajoyeke qanûnî û tespîtkirina sûc nehatine amadekirin. Dema em li fezlekeyan dinihêrin, dibînin ku operasyona siyasî didome. Beriya 4’ê mijdara sala 2016’an jî di nava 2 mehan de der barê me de bi sedan fezleke hatin amadekirin û sewqî dadgehan hatin kirin. Niha hevalên me hîn jî di girtîgehê de ne û hîn jî tên darizandin.”

‘Dixwazin hevrikên xwe ji holê rakin’

Beştaş, amadekirina fezlekeyan weke xebata hilbijartinê ya îktîdarê bi nav kir û wiha pê de çû: “Ev tê wateya operasyoneke li hemberî HDP’ê. AKP dixwaze bi van operasyonan hevrikên xwe ji holê rake. Lê dê têk biçe. Ji bo hilbijartinên herêmî demekî kin ma û dixwaza HDP’ê krîmînalîze bike. Du roj berê namzeta me ya Cizîrê Berîvan Kutlu hat binçavkirin. Tenê jin binçav kirin. Dixwazin HDP’ê bêbandor bikin.”

Sedema êrîşa li ser jinan

Herî dawî jî Beştaş ev tişt anî ziman: “Fezleke herî zêde der barê jinan de hatine amadekirin. ‘muktedîr’ ji têkoşîna jinan ditirse. Bi taybet jî berê xwe didin jinan. Ji ber ku hêza jinan, helwest û baweriya jinan her tim pêşengiyê idke. Dê jin demokrasiyê bînin vî welatî. Dê jin maf û azadiyan û welatîbûna azad û wekhev pêk bînin. Pir ditirsin. Lewma herî zêde der barê parlementerên jin de fezleke tên amadekirin. Me peyama wan girt lê peyama me jî  heye. Hûn dê nekarin jinan bidin sekinandin. Dê jin ji têkoşîna ji bo maf, azadî û demokrasiyê tawiz nedin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar