Bi armanca rakirina destnedayînê, der barê 7 parlamenterên HDP’ê de 8 fezleke hatin amadekirin û ji meclisê re hatin şandin
Di nav de namzetên hevşaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî, der barê 7 parlamenterên HDP’ê de bi daxwaza rakirina destnedayînê, fezleke hatin amadekirin û ji meclisê re hatin şandin. 8 fezlekeyên nû yên ku hatin amadekirin ji Destûra Bingehîn a Meclisê û ji Komîsyonên Edaletê re hate pêşkeşkirin.
Li gorî vê yekê der barê parlamentera HDP’ê ya Wanê û namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe de 2, der barê parlamenterê HDP’ê yê Amedê û namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli de 1, der barê parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun de 1, der barê parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar de 1, der barê parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş de 1, der bare parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan 1, der barê parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu de 1, der barê parlamenterê Edeneyê Kemal Pekoz de jî fezleyek hate amadekirin. ENQERE