Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Perşembe - 28 Kasım 2024

Der barê rojnameger Candemîr de doz hate vekirin

Ji ber parvekirina ‘Dema ku serokomar Erdogan kongreya HDP’ê temaşe dike’, der barê rojnameger Oktay Candemîr bi îdiaya ‘Heqaret li serokomar kiriye’ doz hate vekirin

Rojnameger Oktay Candemîr Kongreya HDP’ê ya Wanê bi zimanekî qerfî li ser tora civakî parve kiribû. Di parvekirina xwe de Candemîr wêneyê Erdogan û kongreya HDP’ê parve kir û got; ‘Dema serokomar Erdogan kongreya HDP’ê temaşe dike.’ Têkildarî vê parvekirina Candemîr, Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîn hate destpêkirin.

Li ser vê yekê jî Candemîr û parêzerê xwe Cahît Ertan çûn emniyetê û Candemîr îfade da. Rojnameger Candemîr ku di nava 2 salên dawî de der barê wî de 26 doz hatine vekirin têkildarî mijarê wiha got: “Di demekî ku serokomar Erdogan HDP pir zêde rexne dikir de min jî parvekirineke ku dibêje Erdogan HDP’ê baş dişopîne parve kir. Ji ber vê parvekirinê jî der barê min de lêpirsîn hate vekirin. Ji bo ku sûcê heqaretê çê bibe, divê êrîşeke li dijî rûmet, şeref û hurmetê hebe.”

Parêzer Cahît Ertan jî diyar kir ku dozên ‘Heqareta li dijî serokomar’ êdî veguheriye dozeke sosret. Ertan got ku bi van cezayan re dixwazin zextê li rojnamegeran bikin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar