Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Der barê windayan de bersivên sosret ên Tirkiyeyê

Li gorî daneyên ne fermî li Tirkiyeyê di salên 1990’î de 17 hezar bûyer û cineytên kiryarên wan nediyar qewimîne. Malbatên kesên hatine windakirin jî ji ber ku li Tirkiyeyê rêya hiqûqa navxweyî xitimiye serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane. Gelek dozên di vî warî de hîn li DMME’yê ne. Li ser vê xizmên windayan di sala 2014’an de serî Koma Xebatê ya Kesên Bi Darê Zorê Hatine Windakirin a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dabûn. 30 malbat di navbera 2014-2018’an de bi rêya ÎHD û YAKAYDER’ê ji bo xizmên hestiyên wan bên dîtin û kiryar bên darizandin serî li vê saziya navbirî dabûn. Li ser vê Koma Xebatê ya NY’yê der barê 30 kesên hatine windakirin de ji Tirkiyeyê agahî xwestin. Koma Xebatê ya NY’yê jî di 21’ê Tebaxa 2020’an de nameyek ji malbatên serlêdêr re şandin û ew serwext kirin. Di nameyê de bersivên ku Tirkiyeyê dane jî cih girtine.

Di nameya Koma Xebatê de jî kifş e ku heya niha tenê 8 danişîn hatine lidarxistin û her wiha Tirkiyeyê tenê der barê Fehmî Tosûn, Ahmet Akbaş, Abdûlselam Çelîk, Abdullatîf Yagizay, Ahmet Yetîşen, Hiznî Bîlmen, Ahmet Ustun, Kemal Bîrlîk û Ahmet Şahîn de agahî dane.

Di dema girtîgehê de derketiye derveyî welat!

Yek ji van kesan malbata Fehmî Tosûn e. Tosûn di 19’ê Cotmeha 1995’an de di binçavan de hatiye windakirin. Malbata wî di 10’ê Cotmeha 2014’an de serlêdana xwe kiriye. Koma Xebatê di heman salê de ji Tirkiyeyê der barê aqûbeta Tosûn de agahî xwestine. Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî ji bo Tosûn gotiye, di 11’ê Adara 1992’yan de ji Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê Tirkiyeyê terikandiye. Lê belê li gorî agahiyên malbata wî dane, Fehmî Tosûn di heman dîrokê de di Girtîgeha Dîlokê de bûye.

Bersiv li ser bersivê hat xwestin

Li ser vê bersivê Koma Xebatê cardin agahî ji Tirkiyeyê xwestine û Tirkiye wiha gotiğe: “Kesê navbirî di sala 1995’an de ji malê reviyaye û piştî bi telefonê bi hevjîna xwe re axiviye winda bûye. Fehmî Tosûn di sala 2002’yan de daxilî nav lîsteya windayan bûye. Hevjîna wî Hanim Tosûn di sala 2008’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê daye û ragihandiye ku windaye.” PIştî vê bersivê Koma Xebatê cara sêyemîn ji Tirkiyeyê agahiyan dixwaze û Tirkiye wiha dibêje: “Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê bi hejmara dosyeya 1997/13776 lêpirsîn daye destpêkirin û di 26’ê Cotmeha 2015’an de ji ber demboriyê biryara neşopandinê daye. Dadgeha Cezayê Sulhê ya 4’an a Bakirkoyê biryara heyî di 14’ê Kanûna 2015’an de pesend kiriye.” Tirkiyeyê di bersiva xwe ya cara çaran de ev tişt gotiye: “Di sala 1995’an de piştî winda dibe, di dosyeya wî ya lêpirsînê de der barê windakirinê de tu agahî nehatine dîtin û der barê mirina wî de tu raporên otopsû saziya tiba edlî negihaştine serdozgeriya komarê. Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê di 26’ê Cotmeha 2015’an de biryara neşopandinê da. Xizmên Tosûn li Dadgeha Cezayê Sulhê ya 4’an a Stenbolê îtiraz kirin. Dadger jî di 14’ê Kanûna 2015’an de îtiraza wan red kir.”

Li ser daxwaza Koma Xebatê Tirkiye cara pêncan bersiv da û di bersiva xwe ya pêncemîn de wiha got: “Hîna tu geşedan tunene. Li gor qeydên polîsan kes wekî kesên winda dixuyê û hîna jî lê tê gerîn.”

Lêpirsîna derbarê Akbaş de

Kesê din ê Tirkiyeyê der barê wî de bersiv daye Ahmet Akbaş e. Akbaş di 1’ê Çileya 1995’an de gava li navçeya Xozat a Dêrsimê şivantiyê dike leşker tên wî binçav dikin û careke din xeber jê nayê girtin.

Bersiva ku Tirkiye der barê Akbaş de daye jî bersiveke ecêb e. Tirkiye ewilî der barê Akbaş de gotiye: “Dozgeriya komarê der barê windakirina kesê navbirî de lêpirsîn daye destpêkirin û hîna jî aqûbeta kes tê lêkolînkirin. Hejmara dosyeyê 2018/141 e.” Wezareta Dadê di bersiva duduyan de gotiye: “Yekeya dozgeriyê ya girêdayî Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, îdiaya ku kes bi darê zorê hatiye windakirin daye ber lêpirsînê û di 6’ê Mijdara 2014’an de bi dosyeya jimare 2014/181 biryara neşopandinê daye û dû re meqama edlî jî red kiriye. Herî dawî Dozgeriya Komarê ya Xozatê jî li ser îdiayên dibe ku ji aliyê kesên derî leşkeriyê ve hatibe revandin lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîna jimara dosyeya wê 2018/141 hîna jî didome.”

Ji bo Çelîk gotiğe ‘di 88’an de miriye’

Kesê din ê Tirkiyeyê der barê wî de bersiv daye Abdûlselam Çelîk e. Çelîk di sala 1997’an de li Amedê tê revandin û careke din xeber jê nayê girtin. Malbatê di 10’ê Îlona 2014’an de ji bo Çelîk jî serî li Koma Xebatê ya NY’yê kiriye. Tirkiyeyê di bersiva xwe ya ewil de gotiye: “Dozgeriya Komarê ya Tirkiyeyê lêpirsîn kiriye.” Li ser vê Koma Xebatê cardin agahî xwestiye û Tirkiyeyê di bersiva xwe ya duduyan de gotiye: “Yekeyên polîsên tirk, ragihadine ku kesê navbirî li gor qeydê nifûsê di 14’ê Tebaxa 1988’an de miriye.”

Beriya bê windakirin mehekê hatiye binçavkirin

Wezareta Dadê ji bo Abdûllatîf Yagizay ê ku di 18’ê Mijdara 1995’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê 4 kesên xwe wekî polîsan didin naskirin ji malê tê wergirtin û careke din xeber jê nayê girtin jî 4 caran bersiv daye Koma xebatê ya NY’yê. Wezaretê di bersiva ewil de gotiye: “Der barê vî kesî de tu agahî tunene.é Di bersiva duduyemîn de gotiye: “Li gorî agahiyên ku polîsên tirk bi dest xistine, ev kes di 19’ê Cotmeha 1995’an de bi gumana ku pêwendiya wî bi rêxistina terorî re heye hatiye binçavkirin û dû re Dadgeha Ceza ya Mêrdînê ew serbest berdaye. Ji wê çaxê ve xeber jê nehatiye wergirtin.” Koma Xebatê ku qîma xwe bi van bersivan neaniye, cara sêyemîn agahî xwestine. Tirkiyeyê di bersiva sêyemîn de jî gotiye: “Li gor Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê; der barê vî kesê ku tê îdiakirina di sala 1995’an de winda bûye tu serlêdan nehatine kirin. Lê belê lêpirsîna cezayî ya ewil, li ser serlêdana saziyeke civaka sivîl di sala 2013’yan de li Serdozgeriya Komarê ya Fatîhê hatiye destpêkirin. Li Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê ji bo aqûbeta kes lêpirsînek heye.” Di bersiva dawîn de jî wiha hatiye gotin: “Lêpirsîna hatiye destpêkirin bi neşopandinê hatiye bidawîkirin.”

Qebûl nekiriye ku ‘hatiye windakirin’

Tirkiye der barê Ahmet Yetîşen de jî bersiva Koma Xebat ya NY’yê daye. Yetîşen, di 14’ê Midjara 1994’an de li Êlihê hatiye windakirin. Di bersiva ewil de gotiye ‘Lêpirsîn hatiye destpêkirin.’ Dû re gotiye ‘Piştî hevjîna kesê navbirî serî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Êlihê daye, di 10’ê Mijdara 2014’an de lêpirsîn hatiye destpêkirin û biryara neberdewamiyê hatiye dayîn. Gumanên ku jiyana wî di xetereyê de ye yan jî miriye hene.’ Di bersiva sêyemîn de jî hatiye derpêşkirin ku tev li PKK’yê bûye û wiha hatiye gotin: “Kes di şert û mercin talûke de winda bûye.”

‘Di nifûsê de mirî dixuyê!’

Koma Xebatê ya NY’yê der barê Ahmet Şahîn de jî du caran bersiv xwestiye. Şahîn, di 18’ê Adara 1993’yan de li Licêya Amedê ji aliyê cendirmeyan ve hatiye binçavkirin û careke din xeber jê nehatiye girtin.

Di bersiva ewil de hatiye gotin ku lêpirsîna der barê Şahîn de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê didome û di bersiva duduyan de jî hatiye gotin li gor qeydên nifûsê yên 10’ê Tîrmeha 1993’yan de ‘mirî dixuyê.’

Tu agahî bi dest neketine!

Yek ji kesên der barê wî de agahî hatine xwestin jî Hiznî Bîlmem e. Bîlmem di 14’ê Gulana 1995’an de li gundê Bûdakli yê Midyada Mêrdînê hatiye binçavkirin û paşê hatiye berdan. Dû re leşkeran ew bi wesayîtê revandiye û careke din xeber jê nehatiye girtin. Tirkiyeyê di bersiva ewil de gotiye lêpirsîn hatiye destpêkirin lê belê bi ‘neşopandinê’ hatiye bidawîkirin û di bersiva duyemîn de jî gotiye ‘tu agahî bi dest neketine.’

Heman bersiv

Ahmet Ustun jî di sala 1993’yan de li navçeya Cizîr a Şirnexê hatiye binçavkirin û careke din xeber jê nehatiye girtin. Tirkiyeyê ji bo Ahmet Ustun jî heman bersiv dane.

Agahî nehat dayîn

Tirkiye der barê Kemal Bîrlîk de jî bersivine ecêb dane.

Bîrlîk di 29’ê Adara 1995’an de gava ji Girtîgeha Qoserê tê berdan, li ber deriyê girtîgehê tê revandin. Di sala 2014’an de li Qoserê di kolandinekê de hestiyek wî tê dîtin.

Tirkiye di bersiva xwe ya ewil de gotiye: “Di sala 2014’an de li herêma Mêrdînê li devereke gorî de hin hestiyên mirovan tên dîtin. Piştî analîzên DNA’yê tê tespîtkirin ku ji van hestiyan hin jê aydî Bîrlîk in. Hestiyên wî teslîmî malbata wî hatine kirin û li goristaneke Mûtkî ya Bedlîsê hatine definkirin.”

Piştî vê bersivê dertê holê ku der barê Bîrlîk te lêpirsîn nehatiye destpêkirin.

Dê danişîn di 21’ê îlonê de bê lidarxistin

Dê danişîna din a Koma Xebatê ya NY’yê di 21-30’yê Îlona 2020’an de li bajarê Cinev ê Swîsreyê bê lidarxistin.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar