Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Der Spiegel: Li Efrînê paqijiya etnîkî û çandî tê kirin

Ji kovarên sereke yên almanyayê Der Spiegel, têkildarî Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk û komên wê yên çete ve hatiye dagirkirin, nûçe-analîzek weşand. Kovarê ragihand, li Efrînê paqijiya etnîkî û çandî tê kirin

Kiryarên ku li bajarê Efrînê ya rojavayê Kurdistanê diqewimin êdî di medya Almanyayê de jî cih digirin. Yek ji kovarên sereke yên Almanyayê Der Spiegel di malpera xwe ya înternetê de nûçe-analîzek li ser bûyerên salekê yên li Efrînê weşand.

Ji nûçegihanên kovarê Christoph Sydow nûçe amade kir û bi bîr xist, piştî dagirkeriya dewleta tirk piraniya nifûsa kurdan a li Efrînê koç kirine. Di nûçeyê de hate ragihandin, kurdan dev ji xeyala vegera li bajarê xwe bernedane û diyar kir ku wezîfedarê berê yê taybet ê DYA’yê li nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê Brett McGurk, di nivîsa xwe de ya li kovara “Foreign Affairs”, li ser Efrînê hin tespît kiriye.

McGurk di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Rastiyên bi êş ên li Sûriyeyê” destnîşan kir, êrîşên li ser Efrînê ne ji ber fikarên Tirkiyeyê yên li ser ewlekariyê bû, êrîş ji ber daxwaza Erdogan a ji bo berfirehkirina sînorê welatê xwe hate kirin. Der Spiegel jî di dewama nivîsa xwe de şîroveyeke wiha kir: “Ev gotinên McGurk demeke dirêj e ji aliyê kurdan û komên mafên mirovan ên navneteweyî ve tên bilêvkirin. Ev yek jî tê wê wateyê ku tabloya li ser Efrînê ji aliyê kurdan û komên mafên mirovan ve hatiye nîşandan, ji aliyê rêveberekî payebilind ê DYA’yê ve hatiye piştrastkirin.”

Gor hatin hilweşandin

Di nûçe-analîzê de hate bibîrxistin, dewleta tirk nahêle çavdêrên serbixwe biçin Efrînê û li ser paqijiya etnîkî û çandî ya li herêmê agahî hate dayîn ku saleke ji aliyê kesan ve tê ziman. Di nûçeyê de hate ragihandin, li gorî wêneyên ji peykê hatine kişandin, gorên elewî û êzidiyan ên berê li herêmê hebûn, hatine hilweşandin. Kovarê destnîşan kir, paqijiya etnîkî û çandî bûye perçeyekî ji jiyana rojane.

Di nûçe-analîzê de hate diyarkirin ku navên tax-kolanên Efrînê bi tirkî hatine guhertin, zimanê kurdî yê li dibistanan demeke dirêj e hatiye rakirin, bi giranî bi tirkî ders tên dayîn, Misilmantiya tundrew li gelê herêmê tê ferzkirin û bi taybetî zexteke giran li jinan tê kirin. Kovarê di nûçe-analîza xwe de cih da gotinên Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso yên li ser azadiya Efrînê.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku Hiso yek ji wan kesan e ku adara 2018’an neçar ma ji Efrînê derkeve û niha jî hewl dide wezîfeya xwe ya li kampên penaberan ên xwerêveberiyê ji dûr ve bike.

Kovara Der Spiegel li ser êrîşên dawî yên li Efrînê yên li dijî çete û leşkerên tirk agahî da û ev gotina Hiso bi xwendevanên xwe re parve kir: “Êrîşên me beşek ji berxwedana me ye. Em ê Efrînê li yekîneyên tirk bikin çirav.” BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar