Kovara Der Spîegelê ya Almanyayê nûçeya kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekir El Bexdadî bi wêneyê Erdogan ji cîhanê re ragihand
Serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî şevê din di encama operasyona hevpar a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de li gundê Barîşa yê Idlibê ku 5 km’yan li nêzî sînorê dewleta tirk hate kuştin. Kuştina Bexdadî li cîhanê deng veda û hemû dezgehên çapemeniyê weke nûçeya lezgîn derbas kirin.
Di heman demê de Kovara Der Spîegelê ku yek ji dezgehên çapemeniyê yên herî girîng a Almanyayê jî kuştina Bexdadî bi berfirehî dît. Li kovara Der Spîegelê nûçeya kuştina El Bexdadî bi wêneyê serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan pêşkeşî xwendevanên xwe kir.
Kovarê li ser hesabê xwe ya twîtterê ji bo nûçeyê sernavê ‘Bertek: Dê Cîhan bêriya El Bexdadî neke’ û wêneyê Erdogan tercîh kir.