Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dêr û avahiyên keldaniyan tên rûxandin

Li gundê Şiyê yê Qilebanê, dêr û avahiyên Keldaniyan ji aliyê kesên ku li xezîneyan diğerin hatine rûxandin û tên tune kirin

Gundê Şiyê yê girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê, avahiyên wê hemû bi kevir hatine çêkirin û ava di nava gund de ku dizê heta îro jî diherike. Di sala 1984’an de ji ber zext û zordariyên dewletê keldaniyan, koçî Ewropa û Iraqê kirin. Piştî ku keldaniyan gundê xwe terk kirin û şûnde li pey xwe avahiyên xwe û dêrek kevnar hiştine.

Di sala 1985’an de jî malbatên li derdorê yên misilman li gund bi cih dibin. Kesên ku li gundê keldaniyan bi cih dibin dêrê vedigûherînin mizgeftê. Lê belê gund di sala 1993’an de ji ber gefên cerdewaniyê carek din hat valakirin û gund terkê qedera xwe hat kirin. Kesên li vî gundê jî koçî gundên derdorê dikin, niha tenê ji bo çandininiyê tên gund û gund vala ye.

Dêr hat kolandin û rûxandin

Her wiha dêra li gund a kevnar ku ji keldaniyan maye jî bûye hedefa kesên li xezîneyan digerin û ji aliyê wan kesan ve hatiye rûxandin. Hat zanîn ku di 1996’an de dema ku dêr hatiye kolandin pirtûka bi destê 12 hewariyan hatiye nivîsandin, hestiyek mirov ê bi dirêjiya 120 santîmî û hat îdakirin ku kincekî ji rêvebirinê dêrê maye hatiye dîtin. Ji wê rojê heta îro jî li dêrê hêj kolandin berdewam dike û ev jî dibe sedema rûxandinê.

Ne bi tenê dêra kevnar, her wiha avahiyên keldaniyan jî hemû hatine rûxandin û bi tunebûnê re rûbirû hatine hiştin. Her wiha gora li ber dêrê jî hatiye rûxandin. Ev gundê ku îro bi tunebûnê re rûbirû ye nayê parastin. Bi rûxandina gund re dîroka keldaniyan jî tê windakirin.

Gund bi biharê re xemilî

Gund li gel rûxandinê jî bi hatina biharê re bi gul û kûlîlkan xemîliye û mirovan li xweşkahiya xwe heyran dihêle. Dema mirov dikeve nava gund şireşira avê tê û dengê çivîkan jî mirov sermest dike. Gundê ku bi xweşkahî û xwezaya xwe navdar e her sal lê ji aliyê kesên derdorê ve seyran tê kirin.  ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar