Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan ê ji 4’ê mijdara 2016’an ve li gel Hevserokên HDP’ê yên berê û parlamenterên HDP’ê yên berê hatibû girtin. Dadgeha Bilind cezayê 8 sal û mehek û 15 roj ê ji ber îdiayên ‘alîkariya rêxistinê û propagandaya rêxistinê’ li Zeydan hatibû birîn xera kiribû. Li ser vê yekê doza Zeydan ji nû ve hat dîtin. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro di danişîna Zeydan de biryara berdana wî da. AMED