Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Derbarê Rêber Apo de name ji OHCHR’ê re şandin

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji serokê nû yê Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Omar Zniber re peyam şand û xwest dijî tecrîdê têkevin nava hewldanan.

Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan ji serokê nû yê OHCHR’ê re peyam şand û daxwaz kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkevin nava lev û tevgerê.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) di civîna xwe ya 10`ê Çileya 2024`an de Nûnerê Daîmî yê Mexrîbê (Fas) yê Ofîsa Netewên Yekbûyî ay Cenevreyê Omar Zniber wekî serokê nû yê komîseriyê hilbijart.

Piştî belavbûna nûçeya hilbijartinê, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji Omar Zniber re nameyek şand.

Li gorî agahiyên ku endamên înîsiyatîfê dane ajansa me, name bi riya înternetê hatiye şandin û Omar Zniber ji ber erka wî ya nû hatiye pîrozkirin. Her wiha jê hatiye xwestin ku ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîn azadiya wî ya fizîkî mijarê bixin rojeva xwe. Di nameyê de rewşa li Îmraliyê û sûcên dijî Rêber Abdullah Ocalan jî hatine rêzkirin.

Di 31’ê kanûna 2023`yan jî hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan, imzeyên xwe ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re şandibûn. Li gorî agahiyên me ji înîsiyatifê girtine heta niha Rêxistina Efûyê tu bersiv nedane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar