Rojnameya Ozgur Gundemê di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) de hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê xwediyê îmtiyazê yê rojnameyê Kemal Sancili û Midurê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya de lêpirsîn da destpêkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn bi hinceta parvekirinên ne aydî rojnameyê hatiye destpêkirin û derbarê herdu rojnamegeran de biryara binçavkirinê hatiye derxistin.
Kizilkaya duh ji bo doza sereke ya Ozgur Gundemê amade bû û derbarê wî de ji ber vê lêpirsîna nû biryara binçavkirinê derxistine û piştî îfade daye dozgeriyê hatiye berdan.
Kemal Sancili jî îro li gel parêzerê xwe çû Edliyeya Çaglayana Stenbolê û îfade da û piştî îfade biryara binçavkirinê ji ser wî hat rakirin. STENBOL