Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Daxwaza aştiyê bû hinceta lêpirsînê

Derbarê serokên 12 baroyên bajarên bakurê Kurdistanê de ji ber daxuyaniyeke hevbeş a li ser êrişên hewayî yên artêşa tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê lêpirsîn hat destpêkirin.

Artêşa tirk di mijdara 2022’yan de li dijî bajarên rojavayê Kurdistanê operasyonek hewayî pêk anîbû. Serokên 12 baroyên parêzgehên Amed, Agirî, Êlih, Çewlig, Dêrsim, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê li dijî operasyona 20’ê mijdara 2022’yan artêşa tirk nerazîbûn nîşan dabûn û bi sernavê “Divê em di hemû şert û mercan de aştiyê biparêzin” daxuyaniyek hevbeş belav kiribûn û ji aliyên peywendîdar ên Tirkiyeyê daxwaz kiribûn ku pirsgirêk bi rêya diyalog û aşitiyê bên çareserkirin û şer pêk neyê.
Serodozgeriya Komarê ya Amedê bi hêceta “biçûkxistina milletê tirk, dewleta komara Tirkiyeyê û sazî û organên dewletê” derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn da destpêkirin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren derbarê lêpirsînê de destnîşan kir ku wan ew daxuyanî bi armanca aştiyê belav kirine û got: “Armanca lêpirsînê ew e ku me ji van qadên çalakiyê dûr bixe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar