Navenda Nûçeyan
Îstixbarata tirk û PDK ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) krîmînalîze bikin, dest bi operasyona xapandinê ya bi navê ‘revandina zarokan’ kiribûn, lê ev derewên wan li bin guhê rastiyê ket.
Li malpereke nêzî îstîxbarata PDK’ê di 4’ê çileyê de bi sernavê ‘Wêne û nasnameya 25 zarokên ji aliyê PKK’ê ve hatine revandin, hatin parvekirin’ nûçeyek hat weşandin.
Hesabekî li ser medyaya dîjîtal nûçegihaniyê dike Proaktîf Atolye (@ProaktifAtolye ) jî xwe gihand wan zarokên ku dihate îdîakirin hatine revandin û malbatên wan.
Bi vê xwegihandinê û hevdîtinê re derewên navborî careke din aşkera bûn.
Di hevdîtinên Proaktîf Atolyeyê de aşkera bû ku beşeke mezin a zarokên qala wan tê kirin li cem malbatên xwe ne, gelekan jî serî li hêzên leşkerî dane lê belê ji ber ku temenê wan biçûk e, hatine vegerandin.
Proaktîf Atolyeyê bi sernavê ‘Gelo PKK zarokan direvîne? Gelo HSD, YPJ û YPG bi zorê çekê dide zarokan? Me ev mijara ku MÎT-PDK-ENKS û hin rojnamevan giraniyê didin ser, ji bo we dan hev. Me zarok û malbatên wan dît û bi wan re hevdîtin kir. Temamiya hevpeyvînan li floodê ye’ floodek amade kir. Hin ji encamên vê hevdîtinê wiha ye:
Daiyar Fûat Ehmed
Diyar Fûad Ehmed ê ku hate îdîakirin hatiye revandin wiha got: “Ez nehatim revandim. Bi îradeya xwe çûm. Tevî ku min israr kir, ez vegerandin malê. Dema ku bûm 18 salî ez ê dîsa biçim.” Dayika wî jî dibêje “Kurê min li malê ye. Diçe dibistanê.” Bavê Diyar jî têkildarî îdîayan dibêje; “Lanetê lê dikim. Yên ku xwîna wan firotî ye, bila îftirayan nekin.”
Lîna Abdulbakî
Lîna Abdulbakî ku hate îdîakirin hatiye revandin, wiha got: “Ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê min xwest tev li hevalan bibim. Piştî ku heval pê hesiyan ku temenê min biçûk e, ez şandin malê.” Bavê Lîna ku endamekî HSD’ê ye vê pirsê dike: “Gelo min keça xwe revand? Ez bi xwe endamekî HSD’ê me. Eger ev îdîa rast bin, wê demê min bi destê xwe keça xwe revandiye.”
Cûdî Adnan
Cûdî Adnan ku hate îdîakirin hatiye revandin, wiha got: “Ez bi îradeya xwe çûm. Hevalan gotin, kengî mezin bûm dikarim bêm. Deriyê partiyê timî li me vekiriye.” Dayika Cûdî jî wiha dibêje: “Zarokên ku dibînin ji her alî ve li dijî kurdan şer tê kirin, bi îradeya xwe digihêjin YPG’ê.”
Ronîda Darî
Ronîda Darî jî ku hate îdîakirin hatiye revandin, ji ber ku temenê xwe biçûk bû serlêdana wê nehate qebûlkirin. Ronîda Darî wiha got: “Bi daxwaza xwe çûm gel YPJ’ê. Ji ber ku zarok im, ez vegerandin.” Dayika Ronîda jî operasyonên derewîn ên kesên bi aqlê îstîxbarata tirk tevdigerin, wiha kifş kir: “Zarokek bihilkume jî di çapemeniyê de dibêjin, Apoyiyan ew xist. Ji bo gel ji partiyê dûr bixînin şerê psîkolojîk dimeşînin.”
Fethî Mihemed
Yek ji zarokên ku hate îdîakirin hatiye revandin Fethî Mihemed e. Bavê wî got: “Beriya heşt mehan zarokê me çû. Bi îradeya xwe çû. 12-13 rojan ma. Hevalan ew anîn. Kurê me niha li vir e.” Dayika wî jî got: “Xwedê ji wan razî be. Kurê me vegerandin. Niha li mala xwe ye, li gundê xwe ye, karê xwe dike.”
Esrîn Mihemedî
Esrîn Mihemedî ya ji rojhilatê Kurdistanê jî yek ji wan zarokan e ku hate îdîakirin hatiye revandin. Bavê wê diyar kir ku rejîma Îranê bi zorê belgeyek bi wan dane îmzekirin ku keça wan hatiye revandin, li ser vê yekê wan koçî başûrê Kurdistanê kirine û wiha got: “Keça min bi xwe tev li bû. Di bombardûmana artêşa tirk a dagirker de şehîd bû. Bi hîleyên zaliman nexapin.”
Hêlîn Fehd, Rênas Tahir, Kewser Elî û Dijwar Xelîl
Proaktîf Atolye bi malbatên Hêlîn Fehd, Rênas Tahir, Kewser Elî û Dijwar Xelîl re jî hevdîtin kir û cih da daxuyaniyên malbatan. Malbatan diyar kirin ku zarokên wan nehatine revandin û nûçe û îdîayên hatine weşandin ji bo reşkirina PKK, YPG, YPJ û HSD’ê ne.
Peymana Cenevreyê
Tevî ku HSD, YPG û YPJ’ê mohra xwe danîne binê Peyman Cenevreyê û soz dane ku zarokên kêmî 18 salî tev li karên leşkerî nakin, dewleta tirk û PDK bi rengekî koordîneyî operasyona xapandinê dimeşînin.