Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Derewên şer, şeqama gerîla -2

Dewleta tirk ji bo rastiyan ji xelkê veşêre ji bo gerîla dibêje 'lawaz e, li ber qedandinê ye, nikare çalakiyan bike', ji bo leşkerên xwe jî dibêje 'Artêşa tirk xurt e, gerîla nikare derbê lê bixe'. Bi vî rengî raya giştî dixapîne

Êrîşa ji bo dagirkeriyê ya artêşa tirk ku bi navê ‘Pençe’ li qada Birastoê da destpêkirin, tê bîra me hemûyan. Bêguman a ku di bîra me de maye ne tenê operasyon e, her wiha ew dîmenên lîstika kompûterê ye ku weke dîmenê operasyonê li çapemeniyê hatibû belavkirin. Êrîşên dagirkeriyê yên bi navê ‘Pençe’ bi dereweke welê mezin dest pê kiribûn. Dewleta tirk ji bo van êrîşan dewam bike, pêwîstî bi derewên cuda jî dît.

Berevajîkirina her çalakiyên gerîla, ragihandina encamên çalakiyan bi rengekî şaş û bi guhertina şêweyê çalakiyên girîng û bi vî rengî pêşkêşkirina wan ji bo çapemeniyê, êdî ji bo dewleta tirk bû kevneşopiyek. Her carê derewek li derewên xwe zêde kir. Bêguman bi rengekî hayjixweyî nêz dibin. Rayedarên dewleta tirk ji rewşê tirsiyane, lewma bi xwe dernakevin pêşiya kemerayan. Dagirkerên ku normal li firsendê digerin ku biaxivin, vê carê bêdeng in. Tenê bi daxuyaniyeke nivîskî ya fermî û bi rêya organên çapemeniyê derewên xwe radigihînin. Ji ber vê yekê mirov hîn bêhtir jê dikeve gumanan ku xuya ye sîleyeke baş xwariye. Mirov yekser difikire ku gerîla vê carê çi kiriye. Diyar e dewlet êşandiye, lewma bêdeng mane.

Li Geliyê Elî Dirêj çi qewimî bû?

Gerîla 31’ê gulana 2018’an, li qada Xakurkê dikeve nava liv û tevgerê ku bi operasyona ‘Penç’ tê xwestin bê dagirkirin. Govenda şer a gerîla sibehê saet di 08:30’î de dest pê dike. Gerîla li leşkerên ketine çeperan dixin.

HPG’ê li ser vê çalakiyê ev daxuyanî dabû raya giştî: “Li derdora Geliyê Elî Dirêj ê herêma Biradostê ya Sîdekanê ya başûrê Kurdistanê, yekîneyên veşartî yên li hin giran tevdigeriyan ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. Piştî kontrolkirina demeke dirêj, yekîneyên me li girekî nêzî Geliyê Elî Dirêj saet di 08:30’î de li yekîneyeke dijmin xistin. Ji cihekî nêz ve ji du baskan ve derbên giran li yekîneya dijmin hat xistin û 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên me li vê derê çûn ser cenazeyên leşkeran û 2 çekên HK-33 (Melez); çekek BKC, dûrbînek rojê, gelek alavên leşkerî desteser kirin.”

Rewşa li Geliyê Elî Dirêj bi vî rengî bû lê ji artêşa tirk daxuyaniyeke gelekî cuda û bêdetay hat dayîn. Bêguman zanîbûn ku çiqasî detayan aşkera bike dê ewqasî rezîl bibin.

Gerîla li hundirê çeperên leşkeran li benda leşkeran e

Dema ku dîmenê sîleya gerîla hat weşandin, hat fêhmkirin ku rayedarên dewletê ji ber çi derewan dikin. Gerîla ketin çepera yekîneyeke dijmin û li çepera leşkeran li benda leşkeran dimînin.

Ji bo vê rewşê jî derewa herî guncaw dîtin; ‘şer qewimî, di şer de me şehîd da’. Çalakiya ku gerîlayan di çeperên leşkeran de li dijî leşkeran kirin, weke ‘şer’ ragihandin. Çalakî welê bi bandor û ji nişka ve bû ku hem leşker matmayî man nekarîn bersivê bidin, hem jî karê medyaya rejîmê tevlihev kir. Hinekan gotin ‘şer’, hinekan jî gotin ‘êrîş’.

Çima têkildarî şêweyê çalakiyên gerîla derewan dikin?

Bêguman sedemeke xwe heye ku artêşa tirk van derewan dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst hesab û planên xwe li ser qedandina Tevgera Azadiyê ya Kurd dike. Yanî paşeroja xwe li ser qedandina PKK’ê û gerîla dibînin. Nerazîbûna gel bi sorkirina nijadperestiyê hewl didin bêdeng bikin. Bi derewên ‘gerîla diqede’ hewl didin temenê xwe dirêj bikin. Bêguman nikarin ji gel re bêjin, ‘gerîla xwe berdan nav, kemîn danîn û leşkerên me kuştin’. Yanî bi hesasiyeteke mezin hewl didin şêweyê çalakiyên gerîla biguherînin. Ya ji dûr ve gule berdane, yan jî hawan avêtine. Ji ber ku li gorî wan hêza gerîla nemaye ku ‘êrîş bike, çalakiyan bike’. Ji ber ku timî gel dixapînin û bi vî rengî li ser pêyan dimînin.

Di şerê gerîla de şêweyên gerîla xwedî wateyeke mezin e. Şêweyê çalakiyên gerîla hem hêza gerîla hem jî rewşa artêşa li hember radixe pêş çavan. Eger gerîla xwe berdide nav û lê dide, eger çekan radike, wê demê hem xurt e hem jî çalak e. Eger li dijî artêşekê xwe dikare berde nava leşkeran û di çeperên leşkeran de li leşkeran dixe, hingî ew artêş lawaz e. Dewleta tirk ji bo vê rastiyê ji gel veşêre, bi derewên taybet şêweyên gerîla bi rengekî cuda nîşan dide.

Rastî li pêş çavan e

Ev çalakiyên ku gerîla li dar dixin, rastiya şerê li Kurdistanê radixe pêş çavan. Dîmenên çalakiyên gerîla jî ew dîmenin ku dikevin dîroka şer. Dîmen welê bi bandor e ku hin rayedarên dewletê şaşomaşo bûne û dibêjin, ‘Ev ne dîmenê çalakiyên gerîla ye, ev hemû montaj e û ji fîlm hatine wergirtin’. Li gel derew û hewldanên berevajîkirinê yên dewleta tirk jî rastî li holê ye.

Tevî van hemûyan gerîla çalakiyên xwe dewam dikin û rastiyan jî radixin pêş çavan. Ji ber ku bi derewan gerîla têk naçe. Mîna ku di dîmenan de tê dîtin, gerîla her tim sîleyan lê dixe. Gerîlayên ku qaşo di asta ‘nikare çalakiyan bike’ de ye, di çeperên leşkeran de li benda leşkeran disekinin, li wan didin û çekê ji ser wan radikin. Çavkanî: Ulaş Agdat – Behdînan / ANF

Derewên şer, şeqama gerîla -1

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar