Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Derhêner Zengene: Bi salane PDK dahata kurdan pêşkeşî dijmin dikin

Derhêner Celîl Zengene destnîşan kir ku PDK tevahî dahata gelê kurd pêşkeşî dijmin dike lewra bûne sedem ku gelê kurd bi temamî destkeftiyên xwe yên dîrokî û xwîna şehîdan ji dest bidin û got: “Bêdengî û bê helwestî dîktatoriyê ava dike. pêwîstiya gelê kurd bi helwestek xurt PDK’ê ceza bike.”

Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê 3 mehin mûçeyê karmendên başûrê Kurdistanê belav nake. Roj bi roj nerazîbûnên li hemberî nedana mûçe dewam dike, ji ber nedana mûçe bi sedan karmend û mamostayan boykot ragihandin. Derbarê mijarê de derhêner û hunermend Celîl Zengene axivî.

Celîl Zengene dide zanîn ku di dîrokê de tu carî mûçe bi derengî nayê dayîn, ji ber ku ew mijarek girêdayî jiyana xelkê ye û wiha pêde çû: “Desthilatdarên herêmê zêdetirî 10 salin neftê bi serbixwe difiroşin, lê heya niha welatî û gelê başûrê Kurdistanê ji ber nebûna mûçe û xirabiya rewşa aboriyê dinalin. Desthilatdarên herêmê bi qest wiha li gelê başûrê Kurdistanê dikin. Dixwazin heya dawî gel bê îrade bikin, herwiha desthilatdarên Herêmê bûne sedem ku gelê kurd bi temamî destkeftiyên xwe yên dîrokî û xwîna şehîdan ji dest bidin.”

Di dewama axaftina xwe de Zengene dibêje: “Desthilatdarên başûrê Kurdistanê destê xwe xistina dilê gelê Başûr, ev jî bûye sedem ku xelk bi temamî ji siyaseta şikestî ya ji aliyê desthilatdarên herêmê ve tê bicihanîn, bêzar bibin. Divê gelê Başûr dijî zordarî û neheqiyê bêdeng û bê helwest nemînin. Ji ber ku bê helwestî, dîktatoriyê ava dike.”

Dawiya axaftina xwe de jî derhêner Zengene got: “Dijî çewisandinê, pêwîstiya gelê kurd bi helwestek cidî heye. Divê kurd kesên bi salane dahata gelê kurd pêşkeşî welatên cîran ên dijmin dikin, ceza bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar