Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Derhênera fîlma ‘Tebeşîr’: Em hene

Dê fîlmê “Tebeşî” ê mamoste Ozge Astan ku bi KHK’ê hat îxrackirin, di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de bê nîşandan. Astan, bilêv kir ku wê xwestiye dengê xwe ragihîne û wiha got: “Ji me re gotin ‘hûn nikarin mamostetiyê bikin.’ Me jî bi vî fîlmî got em hene.”

Fîlma “Tebeşî” a mamoste Ozge Astan ku bi KHK’ê hat îxrackirin, dê di 8’ê Adarê de li Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê bê nîşandan. Di dema kişandina fîlm de mamoste Aynûr Barkin û Seher Darilmaz jî alîkariya Astanê kirine. Xwendekarê Astanê Bûrhan Agbaba jî bi kameraya xwe alîkariya wê kiriye.

Astan diyar kir ku senaryoya fîlmê wê çîroka wê bi xwe ye û wiha got: “Mamsoteyeke ji kar hatine avêtin, behsa xebata xwe ya li saziyekê dike. Her wiha behsa çalakiyên xwe yên li kuçeyan jî dike. Senaryo hat qebûlkirin û proje hat destekkirin. Li ser vê me jî tevî hevalên xwe fîlm kişand. Min ji hevala xwe Aynûr pirsî ’em ê karibin bikin?’ Aynûrê kamera hilgirt û lênerî. Di nav çend rojan kamera hel kir. Hevala me mamoste Seher jî hatibû îxrackirin. Di fîlm de sahneyeke xewnê heye. Min jê pirsî, tu dikarî vê sahneyê xêz bikî. Wê jî xêz kir. Denîz jî sêwirînerê me ye û berê jî der barê KHK’yan de fîlmek kişandibû. Wê jî fîlm sêwirand. Bi vî awayî çêbû.”

Astan anî ziman ku wê xwestiye bi fîlm derdê xwe bîne ziman û dengê xwe ragihîne. Astanê wiha got: “Ji me re gotin ‘hûn nikarin mamostetiyê bikin. Hûn nikarin li tu saziyeke perwerdehiyê bixebitin. Hûn nikarin biçin derveyî welat.’ ev kar di heman demê de karê hebûniyê ye. Yanî me xwest em bi vî fîlmî bjin, em hene.”

Dê fîlmê Astanê di 8’ê Adarê de bê nîşandan û ji bo temaşekirinê bang li her kesî kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar