AMED |
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê serê sibehê polîsan bi ser avahiya KCD’ê ya li navçeya Peyasa Amedê de girtibû û gelek kelûpelên wê desteserkiribûn. Polîsan deriyê KCD’ê şikandibûn û ketibûn hundir. Lêgerînê heta saetên nîvro dewam kir. Piştî lêgerînê çend saet şûn ve polîsan deriyê KCD’ê mohr kir.
Mohrkirina KCD’ê li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê pêk hat û polîs û maşîneyên zirxî li ber deriyê KCD’ê hatin bicihkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCD’ê de biryara binçavkirina 64 kesan hatiye girtin û heta niha 42 kes hatine binçavkirin.