Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Deriyê mizgeftê li cenazeyê Erkmen girtin!

Vedat Erkmen li Girtîgeha Tekîrdagê hat qetilkirin. Destûr nehat dayîn ku cenazeyê Erkmen rakin mizgeftê, selat werin xwendin û konê şînê were dayîn

Vedat Çem Erkmen di 20’ê kanûnê de li Girtîgehan Tîpa T a Tekîrdagê hat qetilkirin. Cenaze jî beriya ku bidin malbatê ji hêla polîsan ve hat revandin. Piştre bi dorpêça polîsan cenaze ji Stenbolê anîne Qersê, li navçeya Qersê Dîgorê, li bajarokê Pazarcizê bi dorpêça polîsan cenaze hat veşartin.

Lê destûr nehat dayîn ku cenazeyê Erkmen bibin mizgeftê. Meleyê mizgeftê nivîsa fermana Miftîtiya Bajêr wek hincet nîşan da û nehişt cenaze bibin hundirê mizgeftê û sela nexwendin. Her wiha ji bo cenazeyê Erkmen konê şînê jî nehat dayîn. Li ser vê yekê malbatê di depoyek xwe biçûk de şîn danî. Serdanên ji bo şînê berdewam dikin.

Kekê Erkmen, Sayim Erkmen ê ji duh ve bi sepanên dijmirovane li ser cenaze re rûbirû maye, tiştên qewimîne vegot.

Întîhar nekiriye

Erkmen da zanîn ku piştî îdareya girtîgehê lê geriyaye û jê re gotiye birayê wî ‘întîhar’ kiriye ji Stenbolê çûne Tekîrdagê û di hevdîtinên wî pêk anîne de rayedaran agahiyên bi nakokî dane. Erkmen bi bîr xist ku bêmalat û bêparêzeran karûbarên otopsiyê kirine û wiha got: “Vê yekê kir ku gumanên me bêtir zêde bibin. Dibêjin ku bi ben întîhar kiriye. Di hucreya yek kesî de ne pêkan e ku ben were dîtin. Em bawer nakin ku birayê min întîhar kiriye.”

Merasîma cenazeyê asteng kirin

Erkmen diyar kir ku polîsan cenazeyê birayê wî li Stenbolê ji wan revandiye û heta Qersê wan cenaze di teqîba polîsan de anîne û destnîşan kir ku polîsan xwestiye merasîm ango veşartina cenaze asteng bikin û wiha axivî: “Hevalê Vedat vê tiştî heq nedikir. Ji ber beşdariya merasîma cenaze kêm bû, em xemgîn bûn.”

Her wiha Erkmen anî ziman ku nimêja cenazeyê hatiye astengkirin, destûr nedane ku cenaze bikeve mizgeftê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di olê de tiştek wiha nîne. Dema însanek jiyana xwe ji dest da li nasname û raboriya wî nayê pirsîn. Di tu baweriyê de tiştek wiha nîne. Ev kesên hanê tenê ji bo xwe misilman in. Êdî meriv nizane wê bêje çi…” QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar