Navenda Nûçeyan |
Rêveberiya Pêşxabûrê ku aliyê başûrê Kurdistanê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê bi rê ve dibe, ragihand ku ji roja pêncşemê û pê ve heta fermaneke cuda dê derî girtî be.
Di daxuyaniya rêveberiya Pêşxabûrê de wiha hat gotin: “Deriyê Sînor ê Sêmalka ji 04.02.2021’ê roja pêncşemê û pê ve wê bi temamî bê girtin. Çûn û hatin heta fermaneke din dê bê rawestandin, em hêvîdar in ku gelê me dê li gorî biryara hatiye wergirtin tevbigere.”
Li gorî agahiyên ku çapameniya Başûr ji rêveberiya derî girtine, ji ber pirsgirêkên teknîkî derî hatiye girtin û heta çend rojan derî girtî bimîne û piştî çareserkirina pergala elektronîk dê derî dîsa vebibe.