Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Derket holê ku parêzvanê tecawizkar kî ye!

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca duh gotibû ku dê çawişê pispor Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kir û bû sedema kuştina wê were berdan. Piştî hişyariya Ûca Mûsa Orhan ji aliyê dadgehê ve hat berdan.

Ûca bi bîr xist ku çawişê pispor piştî întîharê hatibû binçavkirin û berdan û bal kişand ser daxuyaniya ‘cenazeyê me ye’ ya Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû û derbarê vê yekê de wiha got: “Piştî daxuyaniya Soylû me fêm kir ku wê Mûsa Orhan were berdan. Ji bo hêrsa xelkê sist bikin tecawizkar hat girtin. Piştî demek kurt hêj ku sersaxiya Îpekê didome hat berdan. Berdana Mûsa Orhan peyamek ji bo jinan e. Ev dewama konsepta tecawizê ye.”

Ûca destnîşan kir ku rayedarên dewletê ku xemsar nêzî kuştina Îpek Er bûn niha jî tecawizkaran diparêzin û ev tişt anî ziman: “Soylû dibêje ‘cenazeyê me ye.’ Lê ji bo girtina Mûsa Orhan nakeve nava hewldanekê. Di esasê xwe de ev îtîrafek e. Berpirsiyarê vê yekê dewlet e. Ne ji bo girtina wî ji bo berdana wî dixebitin. Tevî hemû hêrsa gel û nerazîbûna partiya me û tevgera me ya jinan tecawizkar hat berdan.”

Polîtîkayeke sîstematîk

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê û parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Tu hincet nabe sedema berdana kiryarê. Carek din derket holê ku ew kesên dixwazin tecawizkar û kujeran biparêz in kî ne. Bi vê berdanê her tişt aşkera bû ku kî Mûsa Orhan diparêz e û xwestiye wî berdin. Berdana Mûsa Orhan encama polîtîkayek sîstematîk e. Lê em ê wek jinan vê dozê bişopînin. Daxuyaniya Sûleyman Soylû jî van kujer û  tecawizkaran bi wêrek dike.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar