Girtiyê nexweş Siddik Guler ê 80 salî yê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderunê tê girtin, her ku diçe rewşa tenduristiya wî girantir dibe û li gel vê jî dermankirina wî tê astengkirin
Komîsyona Hiqûqî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îskenderunê, li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderunê bi girtiyê nexweş Siddik Guler ê 80 salî re hevdîtin kir. Guler di hevdîtinê de bal kişand ser rewşa tenduristiya xwe û diyar kir ku ji sala 1994’an ve girtiye, pirsgirêkên tenduristiya wî cîdîne û xwest demildest bê berdan.
Parêzer Mehtap Sert a di 5’ê îlonê de li girtîgehê hevdîtin bi Guler re kir, da zanîn ku Guler ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne û dest nîşan kir ku Guler di hevdîtinê ev tişt jê re vegotin: “Di nava 26 salan de ez li 9 girtîgehan geriyam. Zarokên min jî bi min re li van girtîgehan geriyan. Dema li Girtîgeha Dîlokê bûm, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê min serî li ÎHD’ê da. Herî dawî ez sirgunê Girtîgeha Îskenderunê kirim. Nexweşiyên min ên dil û tansiyona bilind hene. Ez du caran anjiyo bûm. Ez nayêm dermankirin. Min sewqî nexweşxaneyê nakin. Li dosyaya min mêze dikin û dermankirina min asteng dikin. Ez nikarim bi tena serê xwe, bijîm û li xwe mêze bikim. Ciwanên li qawişê ji min re dibin alîkar. Dîsa hejmara li ser pêyan ferzî me dikin. Em di dema jimartinê rastî tundiya fîzîkî û derûnî ya gardiyanan tên. Gardiyan bê sedem heqaretê li girtiyên ciwan dikin û wan derp dikin. Li girtîgehê avê nadin me. Dîsa pirtûk, kovar û radyo nadin me. 4 sal mane ku cezayê min biqede. Ez dixwazim bêm berdan ku li derveyê bêm dermankirin.”
Her wiha parêzer Sert diyar kir ku wan piştî mijûliyek dirêj encex karine hevdîtin bi Guler re bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber nêzîkatiyên bîrdozî dermankirina Guler tê astengkirin. Guler bi alîkariya hevalên xwe yên qawişê hewcedariyên xwe yên rojane pêk tîne. Ji bo ku Guler bê dermankirin divê demildest bê berdan û li nexweşxaneyê bê razandin.” HATAY