Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Dersa herî baş em ê di hilbijartinan de bididn akp-mhp’ê’

Gelê Agiriyê di derbarê hilbijartinan de nêrînên xwe parve kirin û gotin, desthilata akp-mhp’ê ji derveyî şer birçîbûnê tu tiştek nekir. Em ê dersa wan di hilbijartinan de bidin û divê HDP jî xeletiyên berê nekin.

Gelê Agirî yê ku bajarê berxwedanê yê dîroka kurd e, xwe amade dike ku di hilbijartinên 14’ê gulanê de desthilatdariya AKP-MHP’ê bike partiya tabelayê. Li Agiriya ku 510 hezar nifûsa wê heye, kelecana hilbijartinê dest pê kir. Gelê Agiriyê ku 4 wekîlên wê hene, piştrast in ku HDP wê her 4 wekîlan bistîne.

‘4 sal e hewl daye bajêr bi dîktatorî rê ve bibe’

Welatiyê bi navê Tuncer Taşdemîr diyar kir ku zilm û zordariya li ser gelê kurd ne nû ye û got ev zilm sed sal e didome. Taşdemîr anî ziman ku kurd di bin zext û esaretê de ne û wiha domand, “AKP’ê zêdetirî 20 sal in desthilatdar e. Heta îro tu xizmet ji gelê kurd re nekiriye. Serokê Şaredariyê yê AKP’yî yê ku heta niha xizmeta Agiriyê nekir, îro ji bo wekîltiyê îstifa kir. Serokê şaredariyê tu xizmet ji gelê Agiriyê re nekiriye û tenê heqaret li me kiriye û navê me qirêj kiriye. Agirî ji ber wî perîşan bûye, binesaziya bajêr tune ye. Ji ber çopê mirov nikare ji ber kolanan derbas bibe, rê û kolan tev bûne çal û çop. Her tiştê ku dibêje derew û sextekarî ye. Li dinyayê kesekî wekî wî medyakar tune ye, heta roja îro tenê heqaret û gef li gelê Agirî kiriye. 4 sal e ku hewl daye bajêr bi dîktatorî bi rê ve bibe, cesaret ji AKP’ê digirt, bi xêr wê gelê kurd wê di vê hilbijartinê de AKP’ê di sindoqan de têk bibe û AKP’ê ew ê êdî nekeve rojeva Tirkiye û Meclîsê jî.”

‘Bi yekîtî em ê serkeftinên mezin dest bixin’

Taşdemîr da xuyakirin ku ew ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, wê 4 parlementerên HDP’ê bişînin meclîsê û got “HDP’ê ne tenê li Agiriyê, li tevahiya Tirkiyeyê bi îzna Xwedê wê serkeftinên mezin bi dest bixe. Hêza me ya rêvebirinê heye. Em ê piştgiriyê bidin namzetê serokkomariyê yê ku HDP’ê diyar bike. Ji vê derê ji hemû gelê kurd re serkeftinê dixwazim. Ya ku ez dixwazim ew e ku hemû kurd bibin yek. Ger kurd bibin yek, bi yekdengî em ê di vê hilbijartinê de serkeftinên mezin bi dest bixin.”

‘Em ê jî di hilbijartinê de dersek baş bidin akp’ê û dest vala bişînin

Welatiyê bi navê Enver Îlboga jî diyar kir ku HDP’ê dê di vê hilbijartinê de li Agirî serkeftinên mezin bi dest bixe û got, “Bajarê Agiriyê bajarekî mezin e. Ger gelê Agiriyê xwe nas bike, tiştekî ku bi dest nexe nîne. Serokê Şaredariyê yê AKP’yî gelê Agiriyê ruswa kir. Ji ber vê yekê divê HDP li Agiriyê xebateke pir baş bike. AKP’ê û serokê şaredariyê, gelê Agiriyê muhtacê nanê hişk kirin. Rewşa gelê Agiriyê li holê ye. Em ê jî di hilbijartinê de dersek baş bidin wan û 4 parlementer bişînin meclise. Em ê îsal AKP’ê ji Agiriyê destvala bişînin, ji ber ku AKP’ê ji xeynî zilma li dijî gelê kurd tiştek nekiriye, ji ber vê jî divê em xebateke pir baş bikin. Gelê me divê êdî hay ji xwe hebe. Her kes hewl dide li ser me hesabê bike. Ji ber vê yekê divê em bi zanebûn tevbigerin.”

‘Divê HDP xeletiyên di serdema berê de dûbare nekin’

Nurettîn Yilmaz jî anî ziman ku ew ê li Agiriyê her 4 wekîlên xwe hilbijêrin û got, “Em ê vê carê her 4 wekîlan bişînin meclisê. Divê HDP xeletiyên di serdema berê de li Agiriyê kiribû, neke. Di vê hilbijartinê de cihê xeletiyan nîne. Ji ber vê yekê divê ji hilbijartinên berê ders werbigirin û li ser bixebitin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar